ANTALYA - Ahmet Kolakan ê 33 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate berdan.
Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê dihat ragirtin û ev 33 sal bûn girtî, hate berdan. Kolakan, di sala 1991’ê de li Amedê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê birî.
Kolakan, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin.
Kolakan, sibe bi şev dê biçe bajarê xwe Amedê.