NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên komên paramîlîter ên dewleta tirk seferberî ragihand.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk, seferberî ragihand. Rêveberiya Xweser, li dijî êrişên komên paramîlîter ên li ser Efrîn, Şehba, Heleb û derdora wan li Reqayê daxuyanî da. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û ya bi Erebî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “
“Di destpêkê de em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Sûriyeyê şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê silav dikin.
Ev êrişa dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiye-DAIŞ tê de têk çûne ye. Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û bidestxistina sînorên Mîsaqi-Millî ye ku dewleta Tirk gelek caran ji bo pêk anîna wê dixebitî. Armanca vê êrişê dagirkirin û parçekirina Sûriyeyê ye da ku wê bikin navenda terora navneteweyî ye. Armanca êrişa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmek bû, tevahiya Sûriyeyê bû.
Ji ber wê jî em bang li hemû gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku zanibin ku yek ji armancên vê êrişê ew e ku hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û azad de binpê bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê yekê jî divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asur û Tirkmen li hemberî van êrişan destê xwe bidin hev û yekitiya xwe xurt bikin.
Her wiha em bang li ciwanên xwe dikin ku li derdora HSD’ê kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî radigihînin û bang li gelê xwe dikin ku her tim amade bin.
Di serî de saziyên me divê li ser karê xwe bin û di nava rewşeke hişyariyê de bin û her saziyek weke şaneyeke krîzê kar bike.
Em bang li civaka navneteweyî dikin û dibêjin ku ev êriş dê bi xwe karesateke mirovî bîne û ev gef dê ne tenê li dijî Sûriyeyê be lê belê ew DAIŞ’eke nû ye û dê encamên wê yên herêmî û cîhanî hebin.”