HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin

  • rojane
  • 16:36 1 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parastina Cewherî yên Şehbayê ragihand ku pêşketina komên paramîlîter dane sekinandin. HPC’ê da zanîn ku di pevçûnan de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê (HPC) der barê êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
‘KOMÊN ÇETE NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’
 
Daxuyanî, wiha ye: 
 
“Di 30’ê Mijdara 2024’an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wê hewl dan êrişên berfireh bînin ser herêmên Şehba û gundewarên wê. Lê bi bersivdayîna Hêza Parastina Cewherî ya gelê Şehbayê pevçûn derketin. Di pevçûnên li pêş xeta Şehbayê û gundewarên wê rû dan de komên çeteyan negihiştin armanca xwe. Di van pevçûnan de endamên Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê Canyar, Sîpan û Cîhan bi lehengî şer kirin û tev li karwanên nemiran bûn.”
 
4 ŞERVANÊN HPC’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku endamê Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê Şahîn Efrîn yê ji pêkhateya Ereb a herêma Efrînê, dema li ser wezîfeya xwe bû, di 30’ê Mijdara 2024’an di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye.  Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em rêhevalên xwe Şahîn, Canyar, Sîpan û Cîhan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”