NAVENDA NÛÇEYAN– Endama Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Arjantînê Claudia Korol a femînîst got: "Di demeke wiha de ku kapîtalîzm, baviksalarî û emperyalîzm hewl dide lı Kurdistanê 'mantiqa cîhanê' bi cih bike, azadiya ji bo me gelan Ocalan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin."
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendên cîhanê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hatibû destpêkirin. Xebatên kampanyayê li gelek welatan dewam dikin. "Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re" ku li bajarê Buenos Aires ê Arjantînê hat avakirin, xebatên xwe yên kampanyayê bênavber didomîne. Endama "Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re" û tora kolektîfên femînîst a pirneteweyî "Feministas de Abya Yala" Claudia Korol, yek ji rêveberên kampanyayê kampanyaya li welêt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. .
'AZADIYA OCALAN JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEK E'
Claûdîa Korolê bilêv kir ku tecrîda bi salan a li ser Abdullah Ocalan li derveyî mirovahiyê ye û îşkence ye. Claudîa Korolê anî ziman ku Ocalan rêberekî siyasî ye ku dikare aştiyê li Rojhilata Navîn misoger bike û got ku ji ber vê yekê ew ji bo hêzên navneteweyî yên şerê li Rojhilata Navîn didomînin xeternak e. Claudia Korolê bal kişand ser peyama "aştiyane" ya Ocalan a di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan de û wiha got: "Peyama ku bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan da, bê guman îrade û şiyana xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê hiqûqî û siyasî de piştrast dike."
laudia Korol a femînîst got: "Di demeke wiha de ku kapîtalîzm, baviksalarî û emperyalîzm hewl dide lı Kurdistanê 'mantiqa cîhanê' bi cih bike, azadiya ji bo me gelan Ocalan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin."
Claûdîa Korolê diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan edalet, selihandina siyasî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Arjantîn û tevahiya parzemîna Amerîkayê çalakî li dar xistine û got: "Wekî femînîst têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, parastina şoreşa jina kurd û rêya mezinkirina 'jin, jiyan, azadiyê' ye."
Claudia Korolê li aliyekê nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û li aliyê din jî tayînkirina qeyûman û operasyonên tên kirin rexne kir. Claudia Korolê destnîşan kir ku li aliyekî behsa çareserkirina pevçûna bi gelê kurd re tê kirin li aliyê din jî êrişên mezin tên kirin û got ku ev dubendî ye. Cşaudia Korolê diyar kir ku hikûmeta otorîter a Erdogan gefan li şaredariyên DEM Partiyê dixwe û zextan li nûnerên wan dike û got ku tişta ku ew lê digere ne aştî ye, pasîfkirina Rojhilata Navînê ye û bi temamî teslîmgirtina tevgera kurd e.
MA / Hîvda Çelebî