Parlamentoya Herêma Federe dicive

  • rojane
  • 10:36 2 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îro Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe ya dema şeşem pêk bîne. Wê civîn ji aliyê parlamenterê herî bitemen ve bê birêvebirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wê îro parlemento yekem civîna xwe ya dema şeşem pêk bîne. Wê di civînê de parlementerê herî bitemen sonda yasayî bixwe û civîna parlamentoyê bi rê ve bibe.
 
Her wiha wê di civînê de parlamenterên nû sonda yasayî bixwin. Hat gotin wê civîna yekem a parlementoyê di saet 11:00’an de destpê bike.