KNK: Roj roja parastina Rojava ye

  • rojane
  • 10:49 2 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê der barê êrişên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Roj roja parastina Rojavayê ye.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrişên li ser Rojav û Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî da û banga parastina Rojava kir. KNK’ê destnîşan kir ku li herêmên Helebê ji derveyî taxên Kurdan, bêyî ku berxwedana rejîma Sûriyeyê herêm ketiye di bin kontrola çeteyan de.
 
Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin: “Pênc roj beriya niha bi koordîneya dewleta Tirk, ewilî HTŞ (Heyet Tahrîr El Şam – ku rêxistineke selefiye û bermayê El Qaîde û DAIŞ’ê ye) û ANS (Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê – ku piranî ji hêzên selefî pêk tê û girêdayê Tirkiyê ye), êrişî hêzên rejîma Sûriyeyê kirin û pêş de çûn. Balkêşe artêşa Sûriyeyê li ber xwe neda û paş de çû. Di roja 3’yemîn de ketin bajarê Helebê. Ji derveyî taxên Kurdan, Heleb bê şer kete destê wan. Di eniyên din de jî dest bi êrişan kirin û heta bajarê Hemayê pêş de çûn. Ji danê sibehê û vir de çeteyên girêdayî dewleta Tirk (Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê – ku piranî hêzên selefî ne), êriş birin ser herêmên Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Niha di hemû eniyan de şer heye û êrişa mezin li ser devera Şehba û bajaroka Til Rifatê ku piraniya koçberên Efrînê li wê deverê ne heye.
 
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava Sûriyeyê de rêveberiyek demokratîk e, hemû pêkhateyên etnîkî û dînî di nav de cih digirin. Di qada civakî de jî jin pêşengiyê dikin.
 
HTŞ, hêzeke enternasyonal a cîhadistan e û di nava HTŞ’ê de bi deh hezaran cîhadistên Uygur, Çeçen, Tirkmen û yên dehan welatên cuda hene. HTŞ li ser sînorê Tirkiyeyê dimîne û hemû lojîstîka xwe ji Tirkiyeyê dabin dike. ANS (Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê) ji xwe bi temamî girêdayê Tirkiyeyê ye û gorî fermana dewleta Tirk tevdigere. Êrişên van hêzan plankirî ne, bi agahdarî û bi koordînekirina Tirkiyeyê pêk tê. Êrişa li ser deverên Kurdan û deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rewşê bi zelalî dide nîşan. Ji xwe ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, bi eşkere dibêje ‘Em ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehêlin û em ê Bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bikin’.”
 
Rewş diyar e. Li pişt van êrişan dewleta Tirk heye. Zîhniyeta Neo Osmanî bi rê ve diçe û dewleta Tirk dixwaze van herêman digir bike. Ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk êrişî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve (2011) dewleta Tirk, bi her awayî li dijî Kurdên Rojava di nava planên xirab û êrişan de ye. Deh sal berê yên berê hêzên DAIŞ’ê dane ser bajarê Kobanê, rayedarên dewleta Tirk bûn. Niha jî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin êrişên hêzên girêdayî dewleta Tirk de ne. Ev êriş weke êrişa 2014’an a DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ye.
 
WÊ SÛRIYEYÊ BIKIN BAREGEHA CÎHADÎSTAN
 
Kurdên Rojava bi komkujiyekî din ve bi rû bi rû ne. Em bala hemû hêzên cîhanî yên ku bi Sûriyeyê re eleqedar in dikşînin ser van êrişan û em dixwazin her kes rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê jî helwestê nîşan bidin. Serketina HTŞ û ANS’ê tê wateya rewşeke weke dema DAIŞ’ê. Bi serketina wan re Sûriye dibe bingeh û baregeha hêzên selefî û cîhadistan. Divê pêşiya vê rewşê bê girtin.
 
Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên peywendîdar û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk û hêzên girêdayî wan rawestin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê nehêlin.
 
BANGAWAZÎ
 
Bi teybetî gelê me yê li Şehbayê, li derdorê Helebê, koçberên Efrînê û gelê Rojava di bin êrişan de ne û bi komkujîyê re rû bi rû ne. Divê hemê Kurd û Kurdistanî û dostên Kurdan vê rewşê bi baldarî bişopînin û xwedî helwest bin. Em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku weke serdema Kobanê, derkevin kolanan û berê xwe bidin Rojava û li her cih û deverê gelê me yê Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”