Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive

  • rojane
  • 13:24 2 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê dê îro bi rojeva “Qanûna Rewşa Kesî” bicive. 
 
Ofîsa Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand dê îro di saet 13:00’an de carek din parlamento li ser pênc mijaran bicive, yek ji mijarên ku wê parlemento li ser bicive û deng bide, guhertina “Qanûna Rewşa Kesî” ya Iraqê ye.
 
Hat gotin du mijarên din ku wê parlamento li ser bicive, vegerandina erd û malên kesên ku di dema rejîma Baas de jê hatine standin û efûya giştî ye.