DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir

  • rojane
  • 13:26 2 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - DBP’ê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê banga helwestnîşandanê kir û wiha got: “Bi destê çeteyan li Sûriye û Rojava gel tên hedefgirtin û armanca esasî jî paradîgmaya jiyana nû ya demokratîk û azadîxwaziya jinê ye.” 

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
DBP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên serdest-mêtinger bi Şerê Sêyemîn ê Cîhanê hewl didin teşe bidin Rojhilata Navîn, di vê çarçoveyê de Heleb, Idlib û Til Rifat hedef girtin û ev yek bêîstîqrariya li herêmê kûrtir dike. DBP’ê destnîşan kir ku di serî de Erdogan-Bahçelî, hêzên li ser herêmê li pey berjewendiyên siyasî, bi konsepta şerekî nû Rojhilata Navîn di dorpêça krîzan de dihêlin. 
 
DBP’ê, da zanîn ku di navenda konsepta şer de destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û zîhniyeta nekarî Kobanê têk bibe, îcar li ser Helebê hewl dide heman tiştan li dijî gelê kurd bike. DBP’ê, daxuyand ku armanc tunekirina destkeftî û statûya gelê kurd e. DBP’ê, got; “Bi destê çeteyan li Sûriye û Rojava gel tên hedefgirtin û armanca esasî jî paradîgmaya jiyana nû ya demokratîk û azadîxwaziya jinê ye.” DBP’ê, banga helwestnîşandanê li hemû derdorên siyasî, hêzên demokrasiyê, civaka navneteweyî û gel kir.