DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin

  • rojane
  • 13:53 2 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha mijdarê eşkere kir û got ku 21 rojnameger hatine binçavkirin û 3 jî hatine girtin. 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên Rojnamevanan a meha Mijdarê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin tayînkirin, zext û binpêkirina maf ên li dijî rojnamevanan di meha Mijdarê de zêde bûye. Hat diyar kirin ku di çalakiyên li dijî qeyûman de gelek rojnamevan rastî êrîş û astengiyên polîsan hatine.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku piranî rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û hat gotin ku tenê di meha Mijdarê de 21 rojnamevan hatin binçavkirin.
 
Di raporê de hat diyar kirin ku hejmara rojnamevanên girtî bû 40.