Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:48 3 Kanûn 2024
  • |
img

SEMSÛR - Li Semsûrê 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, ji hêla notirvanan ve hatin binçavkirin. 

Şevê din li ser Cadeya Gokkuşagi ya Taxa Altinşehîrê ya Semsûrê 3 ciwanên di wesayîta xwe de muzîka Kurdî guhdarî dikirin ji hêla notirvanan ve hatin binçavkirin. Ciwanên bi navên Serhat Cebe, Erhan Ecebe û Hanîfî Boztemîr ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê û strana “Em Apocî ne” weke sûc hate nîşandna. Ciwanan, di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotin ku guhdarîkirina stranan sûc nîne. 
 
Ciwanên ku piştî îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin, li benda îfadeya li dozgeriyê ne.