ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir

  • rojane
  • 13:12 3 Kanûn 2024
  • |
img
ENQERE - ÎHD’ê diyar kir ku ne tenê qada civakî di heman demê de girtîgeh jî ji bo kesên astengdar veguherîne qadên îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk. ÎHD’ê xwest ku girtiyên astengdar ên nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin bên berdan. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê, diyar kir ku daxilbûna welatiyên astengdar a nava jiyana civakî tê astengkirin û wiha got: “Afirîneriya welatiyên astengdar ên li Tirkiyeyê û sûdeweriya wan a ji bo civakê tune tê hesibandin û ji hêla aborî û civakî ve weke kesên ‘bendî û pêdiviya wan bi sexbêrkirinê heye’ tên nirxandin û ji bo bûdçeya dewletê weke bar tên dîtin. Her wiha ji perwerdeyê heta îstîhdamê, ji tenduristiyê heta jiyana civakî, daxilbûna wan a jiyana civakî tê astengkirin.” 
 
Bi domdarî ÎHD’ê got ku rêveberiya cemaweriyê û rêveberiyên herêmî ji bo welatiyên astengdar bi awayekî wekhev di hemû qadên jiyanê de cih bigirin, polîtîkayên pêwîst naxin meriyetê û ev yek dike ku ji jiyana civakî bi temamî qut bibin. ÎHD’ê diyar kir ku welatiyên astengdar jî mîna welatiyên din xwedî heman mafan e û dewlet mecbûr e ji bo bi kar anîna van mafan tevdîrên pêwîst bigire, pirsgirêkên wan çareser bike. 
 
JI BO GIRTIYÊN ASTENGDAR BANG KIR
 
Di berdewamê de ÎHD’ê bal kişand ser astengdarên girtî û wiha got: “Ne tenê qada civakî, di heman demê de girtîgeh jî ji bo kesên astengdar veguherîne qadên îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk. Pêşîlêgirtina îşkence û muameleya xerab, di heman demê de berpirsyartiya ku girtî di mercên însanî de bên ragirtin û muameleyeke însanî pê re bê kirin jî bi xwe re tîne. Lê belê di serlêdanên girtiyên astengdar ên ji bo ÎHD’ê de xuya dike ku ji hêla mercên tê de dimînin, mafên xwegihandina tenduristiyê û mafên xwe de rastî gelek binpêkirinan tên. Ji ber ku pêdiviyên taybet ên van girtiyan nayên pêşwazîkirin, rastî rewşên newekhev tên. Weke ÎHD’ê em dixwazin ku girtiyên astengdar ên nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin bên berdan.”