NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê jiyanê yê Cîhat Morgul ê 14 salî ku cenazeyê wî li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de 3 caran hat veşartin, hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku di salên 2015-2016 de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de mafê jiyanê ya xwendakarê pola dawî ya dibistana navîn yê 14 salî Cîhat Morgul hatiye binpêkirin.
Dayik Kadriye Morgul û bav Cahît Morgul di 7 'ê Cotmeha 2020'an de bi rêya parêzerê xwe Abdullah Zeytun serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn piştî serlêdanê ji Wezareta Edaletê nêrîn xwest. Wezaretê da xuyakirin ku di 30 'ê adara 2016'an de li navçeya Sûrê 7 cenazeyên nasnameya wan nediyar hatine dîtin ku yek ji van Cîhat Morgul ê 14 salî ye.
Di bersiva Wezaretê de hat gotin ku der barê bûyerê de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn û li ser vê yekê malbatê serî li 2’emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Amedê da û di 29’ê adara 2019’an de dadweriya dadweriyê bi hinceta; ‘Di wê biryarê de ku cihê darizandinê tune ye , ti meseleya îhtiyadî û neqanûnî tune ye ...’ serlêdana malbatê red kiriye.
BALKIŞANDINA LÊPIRSÎNEKE BAŞ
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku serlêdana "der barê binpêkirina mafê jiyanê de" bê qebûlkirin. Hat gotin ku di biryara "neşopandinê" ya di lêpirsîna têkildarî bûyerê de hatiye dayîn de, serlêdana xizmên Morgul qebûl kiriye ku di encama "bikaranîna hêza çekdarî ya leşker-polîsan" de jiyana xwe ji dest daye.
Di biryarê de hat gotin ku di vê rewşê de, divê lêkolînbê bê kirin ku di çarçoveyê de kîjan rewşa awarte di paragrafa dawî ya xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de bê destnîşankirin ku wê destwerdanê li mafê hiqûqê yê jiyanê bike û her wiha gelo ev destwerdan di rewşeke teqez û bi rengekî rêjeyî de hatiye kirin.
JI BO MORGUL SÛCDARIYA ENDAMÊ RÊXISTINÊ
Di biryarê de hat gotin ku der barê Morgul de bi hinceta endamê rêxistinê ye lêpirsîn hatiye vekirin û li gorî lêkolîna ku bi rêya UYAP’ê hatiye kirin der barê mirina Morgul de rastî lêpirsîneke din nehatine, wezaretê di nêrîna xwe de cih nedaye agahiyeke wiha. Her wiha di biryara dadger de hat gotin, "Tê dîtin ku mudaxaleya li mafê jiyanê, nirxandineke ku ji rewşeke pêwîst a destûra bingehîn derdikeve holê yan na, nehatiye desnîşankirin."
Di biryarê de wiha hat gotin: "Di encamê de her çiqas mudaxeleya mafê jiyanê hatibe qebûlkirin jî, ji bo diyarkirina şert û mercên mirinê lêpirsîn nehatiye kirin ne jî li ser bingeha analîzek berfireh, objektîf û bêalî ya encamên ku hatine bidestxistin, nehatiye nirxandin ji ber rewşek zordar a destûra bingehîn gelo mudaxelekirina mafê jiyanê mudaxeleyek pêwîst û rêjeyî ye.”
Dadgeha Destûrê Bingehîn biryar da ku tazminata manewî bidin malbatê. Tazmînata maddî jî ji ber agahî û belge nehatine pêşkeşkirin hat redkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo encamên binpêkirina mafê jiyanê ji holê rake, biryar da ku ji nû ve lêpirsîn were vekirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re kopyayekê bişîne.
CENAZE 3 CARAN HATIBÛ DEFINKIRIN
Li navçeya dîrokî Sûrê biryara qedexeya derketina derve di 6’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û qedexe 4 roj berdewam kir. Piştre di 13’ê îlonê, 10’ê cotmehê û 28’ê mijdarê de derketina derve hat qedexekirin. Herî dawî jî di 2’ê kanûna 2015’an de li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz qedexeyên derketina derve hat îlankirin. Di 11’ê kanûnê de bi hinceta ‘tahliyeya sivîl’ rojekê qedexe hat rakrini û piştre bi awayekî fîîlî qedexe bi salan berdewam kir.
Ji wan sîvîlan yek jî jê xwendekarê dibistana navîn ya pola dawî Cîhan Morgul ê 14 salî ku li Kûçeya Uçok ya Taxa Fatîh Paşa dijiya bû. Morgul di dema şer de jiyana xwe ji dest da û ewilî cenazeyê wî li Sûrê hat definkirin. Piştre cenaze ji wir derxistin û birin morga Edliya Tipê ya Dîlokê. Cenaze demekê li wir hat rawestandin û bêyî kul i benda encama testa DNA bisekinin vê carê li Goristana Şaredariyê ya Dîlokê hat definkirin. Piştî encamên testa DNA diyar bû malbatê cenaze anî Amedê û li Goristana Yenîkoyê defin kir.
MA / Azad Altay