Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan

  • rojane
  • 16:07 3 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar a di fuara pirtûkan de hate binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê hate berdan. 
 
Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de ji bo polîsên dewleta tirk, dest danîn ser pirtûka otobiyografîk a jiyana Nelson Mandela vedibêje ya “Rêya Diçe Azadiyê” ku li ser standa Weşanên Aramê bû û pirtûka ji nameyên Mehmet Hayrî Durmuş ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyan ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû pêk dihat. Polîsan, gotin ku ji bo her du pirtûkan jî biryara komkirinê hatiye dayin. Di heman demê de polîsan xebatkara stantê Sevînç Aldar jî binçav kirin. 
 
Sevînç Aldar a biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, piştî îfadeyê hate berdan.