DÊRSIM - Li Dêrsim û Xarpêtê ji ber nexweşiya tebekê bi dehan sewal mirin. Pisporan, xelkê herêmê hişyar kirin û gotin ku bila sewalên xwe derzî bikin.
Li navçeya Pêrtag a Dêrsimê û navçeyên Qovanciyan û Palo yên Xarpêtê ji ber varyanta nû ya nexweşiya tebekê ya bi cureya “O”yê, bi sedan sewal mirin. Li navçeya Pêrtagê gelek gund xistin karantînayê û li navçeyên Xarpêtê jî 10 km qadên nexweşiya tebekê lê hatiye tespîtkirin, xistin karantînayê. Bi mebesta tevdîrê, li Pêrtagê mehek û nîv û li Çemîşgezekê jî sepana karantînayê ji bo 15 rojan kete meriyetê.
Karantîna didome û pisporan gel hişyar kir ku sewalên xwe derzî bikin.
‘ZIRARÊ DIDE MASÛLKEYÊN DILÊ SEWALAN’
Beytar Nazim Solmaz têkildarî nexweşiya tebekê axivî û got ku li gorî agahiyên li ber destê wan, li navçeya Pêrtagê nêzî 350 sewal mirine. Solmaz, wiha domand: “Nexweşiya tebekê ku li Tirkiyeyê zêde ye, enfeksiyoneke vîral e. Bi taybet jî li herêmên Çewlig, Mûş, Amed, Riha, Wan û Qersê tê dîtin. Li navenda Dêrsimê sewalvan sewalên xwe derzî dikin û çandiniya bajar û navçeyê tê kontrolkirin lewma kêm tê dîtin. Em bi welatiyan re axivîn û hîn bûn ku ji navçeya Sêweregê ya Rihayê çendek sewalên nêr ên tovî anîne û nexweşî ji ber wan belav bûye. Dema mîh û dewar bi vê nexweşiyê dikevin, derdora devê wan kul dibe û zêde rê li ber mirinan venake. Lê di nava sewalên biçûk de (weke krîza dil derbas bikin) rê li ber mirinan vedike. Li vir, cureya ‘O’ ya tebekê heye ku varyanteke nû ye. Çandiniya bajar û navçeyan ji bo pêşîlêgirtinê pir zêde derziyan didane.”
‘DIVÊ DERZÎ BIKIN’
Solmaz, da zanîn ku ji bo tevdîrê hewceye sewal ji hev dûr bên girtin û ev bang kir: “Ji ber ku sewal derzîkirîne, ev nexweşî zêde belav nebû. Divê welatî an jî bazirgan neyên cihên kargehên sewalan. Ji ber ku ji bo enfeksiyona vîral derman bandorê nakin. Lê divê bên derzîkirin.”
KARANTÎNA DÊ MEHEK Û NÎVAN BIDOME
Serokê Yekitiya Xwedîkirina Mih û Bizinên Tovî ya Dêrsimê Zeynel Erdogan jî wiha got: “Piştî nexweşiya tebekê ya li navçeya Pêrtagê em çûn herêmê. Mehek û nîv berê me got nehêlin sewal bikevin herêmê. Li Pêrtagê 4 sewalkaran gelek zirar kirin. Nexweşî zirareke mezin dide berxikan. Hema hema tu sewalvan nemane ku sewalên wan nemiribin. Weke tevdîr li navçeya Pêrtagê mehek û nîv, li nvaçeya Çemîşgezekê jî 15 rojan karantîna kete meriyetê. Me hişyariya ‘Tevekan derzî bikin. Piştî meha 9’emîn nehêlin sewalên biyanî bikevin nav govên we.’ kiribû. Divê bên derzîkirin. Heke ji 450 mihan 150 berxên sewalkarekî bimirin, ev tê wê wateyê ku keda wî ya 2 salan tune bibe.”
MA / Mujdat Can