Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, di nava çendek rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna hefteyê ya koma partiya xwe de li Mecisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan ji ewil bal kişand ser 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê, kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku berpirsyarê mirin û wêraniyê îktîara AKP-MHP’ê ye. 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYA AZAD DA 
 
Bakirhan, bal kişand ser êrişên ser Çapemeniya Azad û got: “Hûn tevek Rojnameya Yenî Yaşamê, JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) dizanin; roj naçe ku zext li ser neyê kirin, roj naçe ku xebatkarên wan neyên binçavkirin. Hema hema her roj tên girtin. Em ê Çapemeniya Azad bi tenê nehêlin. Em van zextan lanet dikin. Dê piştevaniya me ya bi wan re bidome. Rexne, mafeke û welatê ku mafê rexnekirinê lê tune be li welatî demokrasî nabe.”
 
TAYÎNKIRINA QEYÛM A LI ŞAREDARIYA SÊRTÊ 
 
Bakirhan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û wiha got: “Vîna gelê Sêrtê di nîvşevekê de tune hate hesibandin. Tu dizî ji dizîna hêvî, ked û vîna gelekî mezintir nîne. Ev, bêwijdaniyeke mezin e. Hevşaredarên me ji bo hemû gelên li bajar bi awayeke wekhev xizmet kirin û proje pêş xistin. Di esasê xwe de ev xizmetên adilane hatin cezakirin. Banga min ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin vê feraseta adilane, wekhevîparêz a Sêrtê. Bajarekî bifikirin ku ev 100 sal in bi qanûnên rewşa awarte ve tê birêvebirin. Em bang li îktîdarê dikin ku feraseta xwe ya ‘Kurd hene lê îradeya wan a siyasî tune ye’ biterikînin. Kurd hene û îradeya wan heye. Hûnê rêzê ji bo îradeya Kurdan bigirin. Bila kesek nebêje ‘pêvajo heye, sepana qeyûman jinedîtî ve bên.’ Me serî netewand û dê netewînin. Tenê rêyek li ber îktîdarê heye, ew jî divê şaredariyan îade bike.” 
 
'LI TIŞRÎNÊ SÛCê ŞER TÊ KIRIN’
 
Bakirhan, qala êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Ji 8’ê Çileyê heta niha di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 41 welatî hatin qetilkirin û nêzî 250’an jî birîndar bûn. Piraniya van kesan li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dan. Li ber çavên cîhanê sûcê şer tê kirin. Tenê li Bendava Tişrînê 24 welatî bi bombebaranê hatin qetilkirin. Di nav wan de rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, ciwan, Ereb, Kurd û hwd. hebûn. Derdora Bendava Tişrînê cihekî dîrokî ye. Em piştgiriyê didin berxwedana sivîl a li vê derê. Hunermend Bavê Teyar digot; ‘Em ji mirinê natirsin.’ Ev gotinên Bavê Teyar, sekna li Bendava Tişrînê nîşan dide.” 
 
TU HUKMÊ KONFERANSA SÛRIYEYÊ NÎNE
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya nû ya Sûriyeyê konferansek li dar xist. Di nav de jin, Kurd, Durzî, Elewî, Suryan, Ermen tune ne. Xwe bi xwe ev konferans li dar xistin û dê li gelên Sûriyeyê ferz bikin. Ma konferansa wiha dibe? Tu hukmê konferansa ku hemû rengên Sûriyeyê tev li nebûn tune ye. Kes nas nake û dê nas nake. Îcar bi vê jî bisînor neman û serokkomar hilbijartin. Cîhadîstên ji derve hatine gel hev û li gorî xwe serokkomar hildibijêrin. Kes vê qebûl nake. Ew kes dê îro bê Tirkiyeyê. 
 
SÛRIYEYA DEMOKRATÎK PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ YE 
 
Dema gava ewil xelet hate avêtin, mirov zêde li bendê namîne ku tiştekî demokratîk jê çêbibe. Bi vê zîhniyetê re tu jiyanên hevpar û demokratîk ava nabin. Jiyana hevpar ne Komara Ereb a Sûriyeyê, bi komareke demokratîk dikare were avakrin. Jixwe ev êşên 100 sal in didomin ji ber zîhniyeta yekperest e. Îcar niha hewl didin dîsa yekperestiyeke hişktir bixin meriyetê. Çi ye, komara Ereb e. Wê demê Kurd, Durzî, Ermen li ku man? Çi bi gelên din dibe? Bi vê yekperestiyê tiştek biser nakeve. Pêşeroja Sûriyeyê ne di Komara Ereb a Sûriyeyê de lê di Komara Demokratîk a Sûriyeyê de ye. Em di vê mijarê de her kesî hişyar dikin û bila tundiya li Sûriyeyê bi dawî bibe.  
 
DIVÊ ZIMANÊ ÎKTÎDARÊ LI GORÎ YÊ BIRÊZ OCALAN BE 
 
Çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, dê bibe sedem ku standartên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê zêde bibin. Birêz Ocalan dixwaze pevçûnan derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bike û divê ziman û pratîka îktîdarê jî li gorî vê be. Di mînakên cîhanê de jî diyar e ku di aştiyê de serdestiya aliyan ser hev nîne û divê nebe. Aştî, bi pêlêkirina stûyê Kurdan re aştî nayê vî welatî. Aştî, bi gefxwarinê nabe. Bi demokrasî û azadiyan dibe. Dem ne dema bêdengmayinê ye. Ma hêj çend ciwanên din bimirin? Ma em ê hêj çend milyaran bidin baronên şer? Divê tavilê pêşiya vê were girtin. 
 
ÎKTÎDAR ÇIMA GAVAN NAVÊJE
 
Ez dixwazim bipirsim; îktîdar çima di mijaarên demokrasî û hiqûqê de gavan naavêje? Xwe li benda çi digire? Ma dê çi bibe ku di meseleyên her kes dixwaze de gavan biavêje. 
 
'OCALAN DÊ BANGEKÎ DÎROKÎ BIKE’
 
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan dê di demekî kin de bangawaziyeke dîrokî bike. Ez, mijareke ku raya giştî ya Tirkiyeyê û hûn jî zêde mereq dikin, cara ewil parve bikim. Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, di nava çendek rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike. Belê, birêz Ocalan amadekariya bangekî dîrokî dike û dê di demekî nêz de vê bangê bike. 
 
Em ji bo çareseriya mayinde amade ne. Em girîngiyê didin vê banga dîrokî, piştgiriyê didin û dê li pişt vê bangê bin. Em bang li îktîdarê dikin ku li gorî vê banga dîrokî zemîneke cidî ava bike û di çareseriya dîrokî de rola xwe bilîze. 
 
KARÊN MEZIN DIKEVIN SER MILÊN EDOGAN 
 
Ev pêvajo heta niha bi hewlên siyasî yên birêz Bahçelî domiya. Me jî heqê wî teslîm kir lê birêz Bahçelî ne serokê rêveberiyê ye. Serokê rêveberiyê Erdogan e û karên mezin dikevin ser milên wî. Êdî her tişt di destê wî de ne. Êdî dema avêtina gavan hatiye. Çavên bi milyonan kesan li demokrasî, edalet û azadiyan e. Divê tavilê gavên rê li ber demokratîkbûnê vedikin bên avêtin. 
 
Ji bo we firsendeke dîrokî heye. Li şûna mijûlkirinê, bi cisaret tevbigerin. Weke rêveberekê bicisaret di dîrokê de cih bigirin. Em li gel pêkvejiyaneke wekhev in. Îstîqameta me aştî, muzakere û diyalog e. Em dizanin ku rêya aştiyê zehmet e. Îcar bi îktîdareke wiha re pir zehmet e. Lê em ê tevî heval û rêhevalên xwe, tevî kedkar û xizanên Tirkiyeyê bi dilwêrekî di vê rêyê de bimeşin. Em ê bimeşin û dev jê bernedin.”