NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina endama koordînasyonê Hîva Erebo şermezar kir û got: “Em soz didin ku dê tola wê hilînin û şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinê bi ser bixin.”
Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatine qetilkirin. Koordînasyona Kongra Star der barê qetilkirina Hîva Erebo de daxuyaniyek da. Daxuyanî, li Stada 12’ê Adarê ya Qamişloyê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîras Hemo ve hate xwendin.
Şîras Hemo, da zanîn ku dema endama koordînasyona wan Hîva Erebo di 27’ê Çileyê de ji bo bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk ve hedef hatiye girtin û qetilkirin. Hemo, sersaxî ji jinên azadîxwaz, malbata Hîva Erebo û gelê Kurd xwest û dewleta tirk şermezar kir.
Daxuyanî wiha dom kir: “Dewleta Tirk tawaneke nû li tawanên xwe yê li dijî mirovatî zêde kir. Qetilkirina jinên şoreşger, jinên azadîxwaz bûye nasnameya vê dewleta faşîst. Bi vî rengî dixwaze îradeya jinan bişkîne û teslîm bigire. Lê divê jibîr neke ku her şehîdek biryardarî û israra me ya azadî û serfiraziyê xurt dike û ruhê tolhilandê li dijî vê pergala faşît û zalim bilind dike.
DI TEMENEKÎ CIWAN DE TEV LI XEBATAN BÛ
Hevrê Hêva Erebo a ku bi navê Salîha Viyan dihate naskirin, di sala 1981’an de li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz de ku bi çanda xwe û zimanê û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê hîn ji temenkî biçûk ve li ser nirxên şoreşa gelan û felsefeya jina azad perwerde kir. Lewma bê dudulî jiyan kir. Di temenê 16 salî de beşdarî xebatên siyasî dibe û di nava xebatê rêxistinkirina gel de cih digre. Weke ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan di sala 2000’an berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo ku bibe milîtaneke azadiyê ya pêşeng heta dawiyê bi cidiyet bi disiplîn xwe perwerde kir û ji bo hevrêyên xwe bû mînaka dilnizmî, fedakarî, jina azad û hevrêtiyê. Bi rastî ew dildara gelê xwe û doza xwe bû.
XEBATÊN BÊHEMPA MEŞAND
Hezkirina welat û girêdana wê bi nirxên şoreşa jin re hişt ku heval Salîhe beşdarî tevgera azadiyê bibe, sînorê ku dijmin daniye nas nekir. Bû şervana azadiyê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê. Li Rojhilat, li Başûr li Rojava ji bo ku gelê Kurd û jinan rêxistin bike xebateke bêhempa da meşandin. Heval Salîhe bi yekitiya gelê Kurd bawer dikir û ji bo sînorên ku di mejî û dilê me de hatiye çandin hilweşîne û ji bo yekitiya gelê Kurd bi eşqeke mezin têkoşîn kir.
Hevrê Salîhe di kesayeta xwe de şoreşa jin, jiyan, azadî pêkanî bû û ji bo ku vê şoreşê bike çand û bike jiyan kedeke mezin da. Ne tenê ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo rêxistinkirina jinên Ereb jî xebat meşand. Piştî rizgarkirina herêmên mîna Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê ji DAIŞ’ê, heval Salîhe ji bo rêxistina jinan ava bike û zanista azadiyê di nava jinan de belav bike û jinê bike xwedan vîn û beşdarî hemû qadên jiyanê bike li van deveran xebitî û bû mînaka jina şoreşger ku hemû jin jê hêz bigrin û pêşenga xwe bibînin.
YEK JI DAMEZIRÎNERÊN RÊVEBERIYA XWESER BÛ
Heval Salîhe yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser bû; ji bo ku hemû nasname beşdar bibin, ji bo jin bi awayekî wekhev di nava pergala Rêveberiya Xweser de cih bigrin û demokrasiyeke rasteqîn pêk were xwedan kedeke mezin bû. Di vê der barê de di Desteya Jin a Kantona Cizîrê de cih girt, piştre weke hevserokatiya Kantona Cizîrê hat hilbijartin, ji bo avakirina şoreşa neteweya demokratîk bi hemû pêkhateyan re bi awayek, wekhev, adil û demokratîk tev digeriya.
Hevala Salîhe bi baweriya ku şoreşa jin bingeha şoreşa civakê ye, cihê xwe di Kongra Star de girt û heya dawiyê weke endama Koordînasiyonê kar da meşandin. Di vê demê de jî ji bo rêxistina jinan, perwerdekirin wan û nîşandana rêya azadiyê bû hevrêya her jinekê. Mirov dike bêje ku heval Salîhe di meşa xwe de ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinan de şoreşgereke bê sînor bû, ji bo vê yekê jî li her çar perçêyên Kurdistan cihê xwe di dilê gelê Kurd û hemû jinan de çêkir.
EM Ê TOLA WÊ HILÎNIN Û ŞOREŞA JINÊ BI SER BIXIN
Divê dewleta Tirk a kujer û faşîst bizanin ku her ku ew jinên wiha hedef digirin, hêrsa me, rihê tolhildanê, girêdana bi xeta azadiyê mezin û bi hêztir dibe. Ev ala ku hevrê Salihe bilind kiriye îro bi sedhezaran jin di bin siya wê de dimeşin. Bedel çi qas mezin be û bi êş be jî ti hêz nikare me vegrîne jiyana kole û serîtewandî. Di dawî de em dibêjin em soz didin hevrê Salîhe û tevahî şehîdan ku em ê tola wan rakin û em ê tekez şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinan bi ser bixin.”