Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be

img
MÊRDÎN / ERZIROM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna bi gel re de axivî û bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî gotin û pratîk bin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gel re nîqaş bikin, “Çalakiya Aştiya Civakî û Azadiyê” dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn û Erziromê bi gel re civîn hatin lidarxistin. 
 
Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetê hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. 
 
'EM DI SERDEMEKE KRÎTÎK DE NE’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser şer û geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Gelê Kurd dê pêşeroj û qedera xwe bi xwe diyar bike. Bi salên dirêj e hemû îktîdarên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd weke amûrekî bi kar tînin. Di halê hazir de em di serdemeke pir krîtîk de ne. Ji ewil digotin ‘Kurd jî Tirk in.’ Ev nebû. Piştre gotin ‘Em tevek bira ne.’ Ew jî nebû. Niha jî dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd tune ye.’ Dixwazin pergala yekperest a her kesî tirk dibîne li ser pêyan bigirin. Em dibêjin çi? Em dibêjin ku li vî wlatî jiyaneke ku daxwazên gelan tên qebûlkirin pêkan e. Em ji bo vê têdikoşin.”
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar geşedanên piştî silavdayina Devlet Bahçelî û serdanên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re qewimîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Çareseriyeke demokratîk, mayinde û aştiyeke birûmet a di pirsgirêka Kurd de, ne tenê bi axaftinên li Meclisê an jî bi daxwaza pêkan e. Li cîhanê gelek mînakên çareseriyê û aştiyê hene.”
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê modêleke mînak derketiye holê û got: “Li Sûriyeyê HTŞ hêjayî gelan hate dîtin.” Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser hevdîtina Tirkiyeyê ya bi serokê HTŞ’ê Ahmet Şara re û got: “Çi astengî li pêşiya Tirkiyeyê hene ku bangî Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî neke? Tu astengî tune ne. Divê pirsgirêka Kurd bi berfirehî were axaftin. Dê kî van axaftinan bike? Dê ji ewil partiyên li Meclisê bikin. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hêla îktîdarê ve were meşandin. Dê tenê daxwazên me neyên axaftin.”
 
'OCLAN ÇIMA BAL KIŞAND SER MECLISÊ?’ 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi bîr xist ku bi Meclisa 1924’ê ve nasnameya Kurdan hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “Lewma birêz Ocalan Meclisê weke navnîşana herî girîng dibîne. Dibêje; ‘Navenda Kurd tune hatine hesibandin ew der e. Li wir bizivirin û li dîroka me ya têkoşîna hevpar binêrin. Bi nêrîn, pêşniyar û têkoşîna adilane ya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re em tevek bibin para hevpar a çareseriyê. Em tevek bibin xwedî keda hevpar.’ Ev zehmet nîne. Di 22 salên îktîdara AKP’ê û tifaqa wê ya bi MHP’ê re de hate gotin ku çareseriya pirsgirêka Kurd mimkin nîne. Li Kurdistanê hiqûqa şerê taybet, rejîma tecrîdê û rejîma qeyûm bû siyaseta sereke.” 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên hêjayî Kurdan hatine dîtin, bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Ev jî çavkaniya xwe ji Îmraliyê digire. Îradeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nakin lê HTŞ’ê nas dikin. Ev ne bi xêra xelkê Sûriyeyê ye. Divê ji bo azadî û pêkvejiyanê em têbikoşin. Dewlet mecbûr ma ku Îmraliyê weke navnîşan bibîne. Serenavê îro hewcehî pê tê dîtin, serenavê ku Tirkiye ev 100 sal in hewcehiyê pê dibîne ye. Wê demê birêz Ocalan çima 26 sal in tecrîdkirî ye? Çima ev 26 sal in her kes guhên xwe ji gotinên ji bo aştiyê digire? Û îro çima li benda gotina wî ne? Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û krîtîk e. Belê, divê were çareserkirin. Divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskarê vî welatî xwedî gotin û pratîkê bin. 
 
Em ê nîqaş bikin bê ka dikarin çawa destê Ocalan xurtir bikin. Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê pêşengtiya demokasiyê dike. Em dixwazin Pirsgirêka Kurd ne amûreke ku ji bo hin kes bibin serokkomar were bikaranîn. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne nîqaşa îktîdarkirina partiyekê ye. Ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan, jinan û kedkaran e.”
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
ERZIROM
 
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Gıoçer û endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Tatos, Qereyazî û Qereçobanê, endamên meclisa şaredariyê û welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz axivî û wiha got: “Bi saya berxwedana gelê Kurd, tecrîda 26 sal in li Îmraliyê didome veguherî qonaxeke nû. Dewletê hemû amûrên zext û zordariyê bi kar anî lê neçar ma ku careke din bi birêz Ocalan re pêvajoye aştî û muzakereyan bide destpêkirin. Em jê re nabêjin pêvaoya aştî û muzakereyan lê em dikarin bibêjin li ber pêvajoyeke nû ne. Sedema destpêkirina vê pêvajoyê jî berxwedan û têkoşîna gelê me ya bênavber e. Ya din jî lêgerînên li Rojhilata Navîn û serûbinbûna heyî ye.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
MÛŞ
 
Li Eywana Konferansan a Şaredariya Mûşê jî civîn hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek kes tev li bûn. 
 
Civîn, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Halîde Turkoglû axivî û got: “Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên sed sal in didomin, bi xwe re krîz anîn. Ev krîz li Sûriye û Iraqê xwe didin der. Bi van polîtîkayan şer kûrtir dibe. Gelo aştiyeke birûmet dê çawa bibe, gel dikarin çawa li ser zemîneke demokratîk bijîn? Em li pey pergaleke ku dê rejîmên şer ji holê rakin digerin. Polîtîkayên şer, tundî û zextê Tirkiyeyê bêhtir qels dikin. Pergala kedxwariyê ya AKP’ê, êrişên ser Rojava didomin. 
 
Têkoşîna aştiyê û azadiya birêz Ocalan girêdayî hev in. Têkoşîna me ya li Rojava dê derfetên pêkvejiyanê, azadî û wekheviyê zêde bike. Divê ev firsend baş bên bikaranîn. Bi birêz Ocalan re du caran hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtin pir biqedr in. Lê divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û mercên azadiya wî bên amadekirin. Ev yek dê derfetên aştiyeke birûmet ava bikin. Têkoşîna aştiya civakî û azadiya Ocalan girêdayî hev in. 
 
ROJAVA JI BO HER KESÎ BÛ HÊVÎ
 
Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî bi avakirina rejîmeke demokratîk pêkan e. Hedefa siyaseta me ya esasî jî avakirina komareke demokratîk e. Rojava, modêla pêkvejiyan û jiyaneke wekhev e. Rojava, ji bo her kesî bûye hêvî. Em ê bi her awayî Rojava biparêzin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
ENQERE
 
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî civîn hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî, endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan, endamê MYK’a DEM Partiyê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Ozturk Turkdogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul û gelek kes tev li civînê bûn.