Burçîn Satici hate berdan

img
RIHA - Rêvebera DEM Partiyê ya Hewagê Burçîn Satici ku di çalakiya protestoya qeyûm a li Xelfetiyê de hatibû girtin, di danişîna ewil de hate berdan. 
 
Rêvebera DEM Partiyê ya navçeya Hewag a Rihayê Burçîn Satici, di 5-6’ê Mijdara 2024’an di berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm de hate binçavkirin û girtin. Danişîna ewil a Burçîn Satici li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Burçîn Satici û endamên OHD’ê di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Burçîn Satici di parastina xwe de got ku çalakiya li dijî qeyûm sûc nîne û daxwaza tehliyeyê kir. Parêzer Ahmet Atiş jî got ku îdianameyeke siyasî hatiye amadekirin û tehliyeya miwekîla xwe xwest. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe eşkere kir û xwest rewşa girtî bidome. 
 
Şandeya dadgehê biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 18’ê Îlonê kir.