ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN

img
* Serokê Şaxa ÎMO'yê ya Îzmîrê Bengî Atak diyar kir ku divê xebata envanterê di refande nemîne û got: "Pêşketina ku me di nava 5 salan de pêk anî, ji armanca me gelekî kêmtir e. Divê hîn zêdetir endezyar bên guhdarîkirin. Divê avahî bên xurtkirin û tekûzkirin." 
 
* Jinên li Wanê, ji bo mîtînga 8'ê Adarê ku dê di 9'ê Adarê de li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.
 
* Endamên Platforma Alimên Olî ya Stenbolê yku piştgirî dan banga Abdullah Ocalan, destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê berpirsyariya çareseriyê bi cih bînin.
 
* Nûnerên saziyên sivîl ên li ser girtiyan û kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku divê desthilat û dewlet bi banga Abdullah Ocalan re gavên çareseriyê bavêjin.
 
* Dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan li Amedê, Êlih, Dêrsim, Edene, Mêrdîn/Nisêbîn, Stenbol, Agirî, Colemêrg û Xarpêt/Dep mîtîng bên şahî bên lidarxistin. (10.00-15.00) ZINDÎ
 
* Dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan li gelek bajaran çalakiyên curbicur ên lidarxistin. (12.00-17.00) 
 
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)  
 
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
 
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)