WAN - Nûnerên saziyên sivîl ên li ser girtiyan û kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku divê desthilat û dewlet bi banga Abdullah Ocalan re gavên çareseriyê bavêjin.
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) Çetîn Uyar û Hevserokê Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çanda bi Malbatên ku di Dergûşa Şaredaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Yusuf Dundar "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan nirxandin.
Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetîn Uyar diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan dor gav avêtinê hatiye dewlet û desthilatê. Ûyar got: "Ji bo vê yekê divê hemû girtiyên siyasî, di serî de girtiyên me yên nexweş demildest bên berdan. Divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) bê guhertin. Ji ber ku bi deh hezaran kes ji ber TMK'ê tên binçavkirin û mexdûrkirin. Girtî bi hinceta 'tevgera nebaş' nayên berdan. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin."
Uyar da zanîn ku divê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan bê bicihanîn û got: “Ji bo ev pêvajo bi awayekî saxlemtir û bi lez bimeşe, divê birêz Ocalan azadiya xwe ya fizîkî ji nû ve bi dest bixe. Divê birêz Ocalan di nav gelê xwe de be. Gel dixwaze serokê xwe di nava xwe de bibîne. Eger şert û mercên Ocalan neyên bicihanîn, wê pêşketina pêvajoyê sist bibe."
'ZIMANÊ AŞTIYÊ'
Hevserokê MEBYA-DER'ê Yusuf Dundar diyar kir ku PKK'ê piştî banga Ocalan agirbest îlan kiriye û got: "Dewlet li şûna ku gavekê bavêje, operasyonên leşkerî û bomberdûmana hewayî didomîne. Lê belê eger dixwazin aştî pêk were divê li gorî pêvajoya aştiyê gavan biavêjin. Divê rayedarên desthilat û muxalefetê, bi taybetî jî Erdogan, li şûna zimanê bi kar tînin zimanê aştiyê bi kar bînin."
Dundar anî ziman ku divê dewlet û desthilat gavan biavêje û got: "Divê dewlet jî di demek herî zû de gavekê biavêje, da ku em samimiyeta wan a aştiyê bibînin. Ji ber ku beriya niha di dema agirbestê de, bi avakirina qereqol û operasyonan re dewletê pêvajoyê xera kir. Tenê yek kes heye ku em pê bawer in, ew jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Yê ji bo aştiyê gav avêt birêz Ocalan e."
Dundar anî ziman ku di şer de zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û got ku cenazeyên bi hezaran gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ne diyar e. Dundar destnîşan kir ku malbat dixwazin goreke zarokên wan hebin.