Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin

img

STENBOL - Endamên Platforma Alimên Olî ya Stenbolê yku piştgirî dan banga Abdullah Ocalan, destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê berpirsyariya çareseriyê bi cih bînin.

Platforma Alimên Olî ya Stenbolê ragihand ku ew piştgiriyê didin "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi rêya Heyeta Îmraliyê ji raya giştî re ragihandiye. Endamên platformê Ekrem Baran û Mehmet Emîn Aslan destnîşan kirin ku divê hemû beş berpirsyariya aştiyê bi cih bînin.
 
'JI BO AŞTIYÊ ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN'
 
Ekrem Baran destnîşan kir ku aştî ji bo hemû baweriyan girîng e û got ku divê rêz li çand û zimanê her gelî bê girtin. Baran destnîşan kir ku hemû beşên civakê dikarin bi hev re jiyanê ava bikin û wiha got: "Em banga birêz Abdullah Ocalan gelekî watedar dibînin. Îslam jî banga aştiyê dike. Hz. Muhammed li Medîneyê muşrîk, misliman û komên din anî cem hev û jiyaneke nû û bihevre pêk anî. Di heman demê de piştî Cenga Hudeybiyeyê gelek kes li dijî aştiyê rabûn. Lê Hz. Muhammed got 'Dê ev peyman pir fêdeya wê li me çêbibe.' Li Mekke û MDeîneyê aştiyê ava kir. Dînê îslamê dînê aştiyê ye." 
 
Baran got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk wê hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navînê bandor bike. Di civaka me de her kes bi hêvî ye ku aştî pêk were. Lê belê divê yên di rêveberiya Tirkiyeyê de bi awayekî cidî nêzî vê bangê bibin. Em ê li pişta vê bangê bin. Ji bo vê yekê çi ji destê me bê em ê bikin. Gelê kurd gelekî polîtîk e û ji bo aştiyê wê rol û mîsyona xwe bilîze."
 
Mehmet Emîn Aslan got: "Ne tenê Abdullah Ocalan, ji bo bidestxistina vê aştiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe. Rojhilata Navîn di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Dînê îslamê ji bo mirovahiyê fermana aştiyê dide, ne şer. Di ayetekê de tê gotin 'Eger di nava we de du taîfe di nava şer de bin, ji bo we ya herî girîng ew e ku hûn wan li hev bînin.' DIvê destê aştiyê nekeve erdê." 
 
Aslan anî ziman ku divê hemû bawerî û pêkhateyên aştiyê bi berpirsyarî rabin. Aslan wiha dewam kir: "Em her tim bihuştê vedibêjin, em dibêjin 'Bihuşt ev qas xweş e'. Ger em dixwazin vê bihuştê li cîhanê biceribînin, divê em aştiyek rastîn bînin. Bila kes li malê rûnenê û li benda rijandina vê xwînê nemîne û nebe temaşevan. Em jî piştgiriyê didin vê aştiyê."
 
MA / Yeşîm Tukel