Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo 8'ê Adarê û berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaxê hat silavkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş tê pîrozkirin.
 
HESEKÊ
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi hezaran jinên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Waşokanî û Serêkaniyê li Stadyûma Beledî ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê kombûn û bi coş 8’ê Adarê pîroz kirin.
 
Stadyoma Beldeî bi alên Kongra Star,YPJ’ê, wêneyên Rêber Apo, wêneyên Şehîdan û pankarta bi nivîs ‘Bi Jina Azad ber bi Sûriyek Demokratîk ve hat xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin pîrozbahî destpê kir.
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’) Perwîn Yûsif 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Rêber Apo ku 26 sal di zindana Îmaraliyê tekoşîn dike, zindan veguhertiye cihê jiyan, aşîtiyê, demokrasî û wekheviyê. Rêbertî tekez dike ku qonaxa ku dest pê kiriye dê bi pêşengtî û baweriya jina azad were meşandin. Em jî dibêjin ‘Rêberê min em ê pêşengtiya wê bikin û li gorî bîr û baweriya te derkevin’. Merhele gelek guhertinan bi xwe re tîne, di vê sedsalê de guherin û veguhertinên mezin pêk tên. Dixwazin nexşereya cihanê biguherin bi hişmendiya olperest û zayendperestî û dîrokek bê jin were nivîsandin. Em dibêjin şoreşa ku bi îradeya jin dest pê kir tu carî qebûl neke carek din di rûpelên dirokê were veşartin. Sûriyeya azad wê bi hebûna her jinek ji pêkhateyan, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hemû reng û dengê li Sûrî were ava kirin.”
 
Li ser navê jinên Ereb Semer Abdulah tekoşîna dîrokî a jinan pîroz kir û wiha got: “Roja jinan a cîhanî, roja despêkirina tekoşîn û berxwedaniya li hemberî zilim û zordariyê ye. Ev tekoşîn berhemên pîroz bidestxistin. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêşengtiya şoreşê û xwedî derketina li tekoşîna jinan a dîrokî gelek gav avêtin û rola xwe lîstin. Jin di Sûrî de rastî gelek zehmetî û êşan hatin ji aliyê sîstema rêjîma Baasê. Îro jî di hikmeta nû ya Sûrî de dixwazin rola jin û tekoşîna wê ya bi têkoşîna bi salan bidestxistiye tune bikin. Ev yek neyê qebûlkirin û Sûrî bê reng û dengê jinên azad û xwedî ked û berxwedanî nayê ava kirin. Ez bang li tevahî jinan li Sûrî dikin ku asta tekoşînê bilind bikin û xwedî li dîroka tekoşînê derkevin.”
 
Paşê bi navê pêkhateyên Suryan Sofiya Yûsif destnîşan kir ku hevgirtin û yekîtiya jinan di Sûrî de wê Sûriyê ber bi jiyanek azad ve bibe û wiha got: “Pêvajo pêvajoya bilindkirina asta tekoşînê ye. Îro erka her jinek di Sûrî de ji bo azadî û demokrasiyê serî hilde û li ber xwe bide da ku em bikaribin di Sûriyek azad û ne navendî de jiyan bikin.”
 
Bi navê pêkhateyên Ermen Losnak Kavoriyan 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Jinan di dîrokê de gelek gav avêtin, îro jî deskeftiyên Şoreşê bi sayê ked û tekoşîna jinan e lewma ji me tê xwestin em xwedî li dîroka tekoşîn û berxwedaniyê derkevin.”
 
Paşê pîrozbahî bi pêşkêşkirina stranên folklorî Koma Girstêrk ya Kevana Zêrîn, Koma Mozîk a Arjîn, koma Bîrhat Til Temir, Koma Serdem, Koma Ertsax ya Ermenî Koma Şoreş û Koma Mozîk a Ermenî her wiha şanoya koma Şehîd Darsîn a Hîlala Zêrîn dewam dike.
        
QAMIŞLO
 
Bi hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Tirbespiyê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" 8’ê Adarê li qada gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê pîroz dikin.
 
Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Elîfe Hemo axivî. Elîfe Hemo 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir û berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê silav kir.
 
Elîfe Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêber Apo û diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo serxistina aştiyê dê bi hemû hêza xwe bixebitin. Elîfeyê di dewama axaftina xwe de got: "Pîrozbahiya îsal ya 8’ê Adarê ji salên berê cudatir e. Îsal em bi banga dîrokî ya Rêber Apo ya 8’ê Adarê pîroz dikin. Em ê vê rojê veguherînin roja têkoşînê û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin."
 
Elîfe Hemo komkujiyên li dijî Elewiyên li peravên Sûriyeyê jî şermezar kirin û got: "Bûyerên li wir rû didin nayên qebûlkirin, desthilata li wir jî ne rewa ye."
 
Di pîrozbahiyê de, ji rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Em tenê serkeftinên jinan pîroz nakin, lê di heman demê de dem teqeziyê li ser rola wan a sereke di civakan de dikin."
 
Munayê aşkera kir ku divê mafên jinan di tevahî qadan de werin naskirin û wiha dom da axaftina xwe: "Jinên sûriyeyî îsbat kirin ku dikarin li hemberî hemû mercên zehmet bisekinin û her tim sembola hêz, dayîn û israrê ne. Piştî têkoşîna bi salên, jinên sûriyeyî li pêşberî gelek arîşeyan rû bi rû ne. Hewldan hene ku ji navendên biryarê werin dûrxistin, wekî ku nikare rêveberiyê bike."
 
Munayê îşaret pê kir ku li hemberî siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê têkoşîna hevpar a jinan rêya yekane ye. Her wiha diyar kir ku beşdariya jinan di navendên biryardayînê de ne vebijêrekek, lê mafekî rewa ye divê were parastin.
 
Muna Yûsif bal kişand ser ezmûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ezmûna şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhempa  û dîrokî ye û ji bo tevahî jinên Sûriyeyê ye. Lew ra divê ev ezmûn were parastin.
 
Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Semîra Hena jî bi zimanê suryankî 8’ê Adarê pîroz kir.
 
Piştre berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên peyama piştgiriyê ya şandeya alamî ya ji bo Rojava xwend.
 
Pîrozbahî dewam dike.
 
HELEB
 
Li Qada Newroz a li herêma Şiqêf a Helebê 8’ê Adarê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" tê pîrozkirin.
 
Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Apo û şehîdên jin, alên Kongra Star û tabloyên ku berxwedana şervanan û berxwedêrên bendava Tişrînê nîşan didin, hatin daliqandin.
 
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Elo axivî. Rîhanê di serî de Roja Jinan a Cîhanê li Rêber Apo, jinên têkoşerên cîhanê û şehîdên azadiyê pîroz kir.
 
Rîhanê her wiha got: "Fikrên azadiyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kirin û peyama dawîn a ku ji bo aştiyê ji jinan re şand, vîna me ya ku em bişopînin û têkoşînê bilind bikin, zêde kir.”
 
Endam Koordînasyona Kongra Star Netawî Xemgîn jî wiha got: "Dîroka koletiya jinan di dîrokê de nehatiye vegotin, lê dîroka têkoşîn û rizgariya jinan ji destpêka şoreşa azadiya Kurdan a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin ve hatiye nivîsandin.”
 
Netewî Xemgîn got: "Têkoşîna zêdetirî 40 sal e dewam dike, çi qasî rêbazên zextê hebin jî wê bi dawî nebe. Me jinan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi hêz kiriye û em ê têk neçin, paşve neçin û dest ji mafên xwe bernedin.”
 
Piştre peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate xwendin û tê de hate gotin: "Bi saya Rêber Apo em bi hêz û rastiya jinan gihaştine asta herî bilind. Bi ruhê berxwedana li Şêxmeqsûd, Qerqozaq û bendava Tişrînê em ê dagirkeriyê bi temamî têk bibin.”
 
Li ser navê pêkhateya Xiristiyan Basil Qis Nesralah jî 8’ê Adarê li beşdaran, jinên cîhanê û Rêber Apo pîroz kir.
 
KOBANÊ
 
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" 8’ê Adarê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz dikin.
 
Di pîrozbahiyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî.
 
Îlham Ehmed di destpê axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû şehîdên şoreşê û şervanên di çeperên berxwedanê de pîroz kir.
 
Îlham Ehmed bal kişand ku ew di pêvajoyeke dîrokî ku çarenûsa herêmê tê diyarkirin re derbas dibin û got; “Her gav, gotin û xebatek tê wateya diyarkirina pêşerojê. Eger em îro li vir kom bûne û 8’ê Adarê pîroz dikin, ev bi saya kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe dane û yên di çeperên şer de li ber xwe didin e.
 
Me gelek rojên zehmet derbas kirin. Êdî çarenûs û pêşeroja Rojhilata Navîn tê diyarkirin. Eger çarenûsa herêmê tê diyarkirin, divê civak jî bi hêz rabe ser piyan. Kurd pêşengiya vê pêvajoyê dikin. Em niha li vir şahiyê pîroz dikin, lê li herêmên din yên Suriyeyê komkujî pêk tên. Lê em êşa wan jî dikişînin. Dema li bajarên Latikiye û bajaran din jin tên kuştin, weke ku em tên kuştin e.”
 
Îlham Ehmed da zanîn ku doza jinan yek e û wiha pê de çû: “Li ku dibe bila bibe çarenûsa jinan yeke. Dengê ku li vê qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyeyê ye. Jinên ku niha li çeperên şer li ber xwe didin, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê şer dikin. Jin di hemû qadan de têkoşîna xwe berdewam dikin. Suriyeke ku zarok, civak tê de azad bin, jin û mêr weke hev bin, ancax bi têkoşîna jinên azad gengaz e.”
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî di mitîngê de wiha axivî: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinan û Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Berê dema roja 8’ê Adarê dihat pîrozkirin, desthilatdaran asteng dikirin. Lê Rêber Apo rabû û hemû rojên jinan bûn cejin û jinan di hemû qadên civakê de cihê xwe girtine. Di 27’ê Sibatê de me Rêberê xwe dît, îro jî peyama Réber Apo hatin belavkirin. Divê em di 8’ê Adarê û Newrozê xurtir têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin.”
        
TIŞRÎN
 
Berxwedana li Bendava Tişrînê ku ketiye roja xwe ya 60’emîn, bi beşdarbûna şêniyên kantona Cizîrê didome.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Kongra Star ji ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di kêliya daxuyaniyê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora bendavê bombebaran kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bendava egîdan, bendava rûmet û berxwedanê, ji cihê lehengî û rûmetê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan, jinên cîhanê, şervanên azadiyê yên ku li çeperên berxwedanê li hemberî zihniyeta baviksalar li ber xwe didin, pîroz dikin. Her wiha li hemberî fedekariya jinên tekoşer mîna Rosa Luxemburg heta Sakîna Cansiz, Besê, Zerîfa, Arîn Mîrkan û Sema Yûce bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
Di dewama daxuyaniyê de behsa têkoşîna jinan a li hember qirkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn bi hezarê salan jin li seranserî cîhanê li hemberî sîstemên qirkirin, bişaftin, tunekirin her wiha li hemberî hemû rêbazên tundiyê ji hêla zihniyeta zayenperest, olperest, netewperest û kevneşopiyên ku bi zihniyeta zilamê serdet rûbirû maye. Ev sîstemên ku jin wekî meta dibînin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin ji bo anîna zarokan û pêkanîna pêdiviyên zilam û malbatê. Lê belê tevî vê ziniyet û nêzîkbûnên nemirovî, tu carî jinê serê xwe netewand, berovajî wê her tim di qadên berxwedan û tekoşînê de bûn. Bi taybet piştî damezrandina tevgera azadiya jin û diyariya Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de ku diyarî hemû jinan kir û bû neqşeriyek ji hemû jinan re da ku azadiya xwe bi dest bixin û li zayenda xwe xwedî derkevin.
 
Li ser vê bingehê me jî wekî jinên Kurd di serî de û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta berxwedana jinan di dîrokê de meşandin, heta roja îro ku di encama vê berxwedan û tekoşînê de roja 8’ê Adarê wekî rojeke sembolîk hat naskirin. Em jî wekî jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsal vê rojê bi rihê jina azad, bi kelacan û germahiyeke pir mezin pêşwazî dikin û bi taybet ku banga Rêbertî ya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin her wiha silavdayin û baweriya Rêbertî bi hêza jin û pêşengtiya wê. Berxwedana ku jin li Bendava Tişrînê dide meşandin û şehadetên ku li hemberî êrîşên li ser şervanên me, xaka me, enerjiya me tê kirin nerînên Rêbertî bi hêza jinê isbat kir.
 
Ji ber wê em soz didin ku li banga Rêber Apo xwedî derkevin û naveroka wê fêm bikin û li gorî felsefeya Jin Jiyan Azadî bimeşin û di hişmendiya hevjiyana azad de israr bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.