Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin

  • rojane
  • 12:37 4 Nîsan 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Li Behra Egeyê bota ku koçberan vediguhast noq bû. 9 kes mirin, 25 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin. 
 
Li derdora navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê boteke ku koçberan vediguhast noq bû. Li ser îxbara ku saet di 06.20'î de ji Navenda Banga Lezgîn a 112'an re hat, tîm ber bi Lîmana Yeşîlê ve hatin sewqkirin. Di lêgerîna li herêmê de cenazeyê 9 kesan hat dîtin û 25 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin. 
 
Fermandariya Ewlehiya Peravê bi daxuyaniyeke bi nivîskî ragihand ku xebatên wê yên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo koçberekî/e winda didomin. 
 
Xebatên lêgerînê yên i bo zarokekî/e 4 salî didomin.