Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir

  • rojane
  • 09:01 17 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Di îdianameya der barê rojnameger Hayrî Tûnç hat amadekirin de îdiaya "rojnamevaniya wî nehat tespîtkirin", bi dîmenên ku derketin holê hat derewandin.

Di serdegirtinên malan ên di 24'ê Adarê de pêk hatin de 106 kes bi hinceta bertekên li hemberî lêpirsîna li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê  dest pê kiribûn, hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji ber çalakiya li Parka Saraçhane ya Taxa Fatîhê bi îdiaya "qanûna civîn û xwepêşandanan bin pê kirine" hatin girtin.
 
Rojnameger Zeynep Kuray, Bulent Kiliç, Gokhan Kam, Hayri Tunç, Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun û Kurtuluş Arî ku çalakiyên protestoyê yên li Saraçhaneyê dişopandin, hatibûn binçavkirin. Rojnameger di 25’ê Adarê de hatibûn girtin û di 27’ê Adarê de ji ber îtîraza li girtinê hatibûn berdan.
 
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê rojnamegeran de amade kiribû di 9'ê Nîsanê de ji aliyê 62'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê ve hat qebûlkirin û rojnameger dê di 18'ê Gulanê de derkevin pêşberî dadger.
 
ÎDIAYA 'ROJNAMEVANIYA WÎ NEHAT TESPÎTKIRIN'
 
Di îdianameya rojnamegeran de hat îdiakirin ku "Di îfadeyên xwe de diyar kirin ku di çarçoveya xebatên rojnamegerî û wênegiriyê de li cihê bûyerê bûne, lê di lêkolîna hat kirin de, nehatiye tespîtkirin ku rojnamevan in" cih girt. Wêneyên hatin kişandin de bi taybet nehatiye xwestin wêneyên Tûnç bên dîtin û ev wekî "delîl" di dosyeyê de cih girtine. 
 
DÎMEN DERKETIN HOLÊ
 
Berevajî "delîla" di îdianameyê de dîmenên ku Tûnç bi wênegira xwe nûçeyê dişopîne derketin holê. Dîmenên derketin holê, dîroka wan û wêneyên di dosyeyê de heman dîrok e. Di dîmenan de tê dîtin ku Tûnç tevî xwendekaran ji Beşîktaşê ber bi Saraçhaneyê ve dimeşe û kameraya xwe dîmenan dikişîne. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû