Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev

  • rojane
  • 11:45 17 Nîsan 2025
  • |

AMED - Dr. Paul Bilbao Sarria diyar kir ku Kurdî jî wek zimanê Baskî bi zextan re rûbirû maye û divê Kurdî da qanûnan de bê naskirin. 

Dr. Paul Bilbao Sarria ku beşdarî komxebata "Di perwerdeya bi zimanê dayikê de ber bi çareseriyê ve diçe, îhtîmal, astengî, pêşniyar" a ji aliyê Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê ve hat organîzekirin, bi serenavê "Ezmûna Herêma Xweser a Baskê Îspanyayê" pêşkêşiyek kir. Sarria der barê vê tecrubeyê û zextên li hemberî ziman pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
 
Sarria da zanîn ku zarokên li Herêma Xweser a Baskê di dibistanan de fêrî Baskê dibin û wiha got: "Lê belê piştre dema derdikevin kolanê, bi giştî di dema xwe ya vala de bi zimanên Îspanyolî yan jî Fransî diaxivin. Van rojan tim li ber ekranê ne û her tişt bi Îspanyolî, Fransî û Îngilîzî ye. Lê belê ji Baskê zêde nîne. Hinek pêşketin hene, lê cîhana wan yan Spanyolî yan jî Fransî ye. Dema tu diçî supermarketekê, here firoşgehekê û belkî her tişt duzimanî ye, hem Îspanyolî û hem jî Bask. Lê wekî min got, duzimaniyeke rastîn tune ye. Îspanyayî serdest in û li Fransayî jî li Fransayê serdest in."
 
'ME MODELA XWE YA PERWERDEYÊ AVA KIR'
 
Sarrîa diyar kir ku modela bi navê "Model D" ku perwerdeya duzimanî ya li dibistanan jî di nav de ye, bi cih tê anîn û wan sîstema xwe ava kirine. Sarria da xuyakirin ku wan dest bi ceribandina modela perwerdeyê ya Baskê kirine ku jê re Îkastolak dibêjin û wiha got: "Li seranserî herêmê 115 navendên me hene, zêdetirî 55 hezar xwendekarên me hene. Û projeya me ya mufredatê heye. Em pirtûkên xwe yên dersê û tiştên bi vî rengî amade dikin. Çanda Baskî di navenda projeya me ya pedagojîk de ye."
 
Sarrîa da zanîn ku di avakirina modelên xwe de girîngiya însiyatîfa civaka sivîl û wiha got: "Ya herî girîng ew e ku civakeke sivîl a xurt hebe. Yanî, me navendên li wir bi vî rengî ava kirin."
 
Sarrîa diyar kir ku herêma Baskê ya di bin serweriya Fransayê de ye Baskê nas nake û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber vê yekê 2 caran Fransa mehkûm kir. Sarrîa diyar kir ku Fransa wan înkar dike û wiha got: "Bi tenê 2 dewlet hene ku hindikahiyan di binpêkirina peymanên Neteweyên Yekbûyî de înkar dikin: Fransa û Tirkiye."
 
Sarrîa anî ziman ku ji bilî şermezarkirina NY'yê Fransa, Komîteya Mafên Aborî, Civakî û Çandî jî Fransa ji ber heman sedeman şermezar kir û wiha got: "Ev şermezarkirin ên tên kirin, ji aliyê nîşandana NY ve gelekî girîng in ku Fransa ya ku divê hurmetê nîşanî Danezana Mafên Mirovan bide, dewleteke ku rastiyê nas nake ye."
 
ZEXTÊN LI SER ZIMAN
 
Sarria da zanîn ku hebûna Kurd û Baskiyan bi heman rengî ye û wiha got: "Em hem zimanên kêmar in, hem jî em rastî pêvajoyên îkame û kêmarê hatine. Xala din jî ew e ku civakên me yên pir xurt hene. Bi saya van civakan zimanên me hebûna xwe didomînin."
 
NASKIRINA FERMÎ
 
Sarrîa destnîşan kir ku bi fermî naskirina Kurdî girîng e û wiha got: “Ji ber ku eger zimanê Kurdî ji aliyê hiqûqî ve bê naskirin, hingî wê erkên rayedarên cemaweriyê hebin. Ji ber vê yekê, di serî de naskirina hiqûqî gelekî girîng e. Muzakere dê bi nasandina zagonî ya ziman re be. Piştre em ê li ser polîtîkaya ziman biaxivin, em ê li ser peywirê biaxivin. Lê ya herî girîng naskirina qanûnî ye.”
 
 JINÛVE ZINDÎKIRINA ZIMAN
 
Sarria diyar kir ku şert û mercên jinûve zindîbûna ziman wiha got: "Vejîna ziman ne pêvajoyeke sosyo-polîtîk e. Ji ber vê yekê pêdiviya we bi nasandina qanûnî, polîtîkayeka nasandina fermî heye. Eger hûn xwedî polîtîkayeke herî baş a ziman bin jî, eger desteka we ya civakî nebe, ziman ji nû ve zindî nabe. Ji bo afirandina civakeke rasteqîn, divê hûn civaka sivîl xurt bikin û piştre ji bo naskirina fermî têbikoşin. Di çarçoveya van danûstandinên nû de, gelekî girîng e ku daxwaza naskirina zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê kirin."
 
MA / Mujdat Can