STENBOL - Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin û got: “Ev pêvajo dê bidome. Di wir de dê tu qutbûnek çênebe.”
Rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder hêj jî cidî ye û ji ber demara wî wî yê aortê qelişî ye hate emeliyatkirin û di beşa lênihêrîna awarte de tê tedawînirin. Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz li gel Waliyê Stenbolê Davût Gul û şandeya pê re serdana Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê kir ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin.
Şande, li peşiya nexweşxaneyê ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemîr ve hate pêşwazîkirin.
Yilmaz piştî ku ji nexweşxaneyê derket daxuyaniyek da û anî ziman ku wan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Onder agahî wergirtine. Yilmaz got: “Birêz Serokkomar vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Sirri beg siyasetê ji bo mirovan dike. Kesayetekî welê ye ku dikare bi mirovên cuda re jî têkiliyê dîne, pirê ava bike. Em şîfa xêrê jê re dixwazin. Me keça wî Ceren dît. Keça wî jî got, hinekî baş xuya dike. Wê demeke dirêj vê têkoşînê dewam bike. Em hêvî dikin ku Sirri beg li tenduristiya xwe vegere."
'PÊVAJO WÊ DEWAM BIKE'
Yilmaz, bal kişand ser rola Onder a di pêvajoya siyasî de û wiha domand: “Ev pêvajo di ser kesan re ye, pêvajoyeke ku bi rengekî berfireh bi îradeya siyasî tê meşandin. Armanca 'Tirkiyeya bê teror' ya birêz Serokkomarê me vîzyona sedsalê ya Tirkiyeyê ye. Bi banga birêz Bahçelî re pêvajo hîn bi lez bû. Dema ku vê pêvajoyê dest pê kir, girîng bû ku bi lez û baş bimeşe. Ev pêvajo wê dewam bike. Di vir de wê lawazî nebe. Bêguman tevkariyên Sirri beg gelekî girîng in. Lê belê ev pêvajo wê dewam bike.”
Yilmaz, anî ziman ku wê agahiyên di serdana nexweşxaneyê de wergirt ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ragihîne.