Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê

  • rojane
  • 14:24 11 Gulan 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Dayika yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Sakîne Cansizê Zeynep Cansiz rakirin nexweşxaneyê. 
 
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansizê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin, Zeynep Cansiz (88) rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Zeynep Cansiz ketiye erdê û hestiyê wê yê kemaxê şikestiye û li ser vê yekê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Hat diyarkirin ku rewşa Zeynep Cansizê nebaş e. Tê payin ku piştî rewşa Zeynep Cansizê baş bû ku nexweşa qelewiyê jî pê re heye, dê di rojên pêş de bê emeliyatkirin.