Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn

  • rojane
  • 10:34 15 Gulan 2025
  • |
img
DÊRSIM - Endamên PM’a DBP’ê diyar kirin ku dê ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Dêrsimê bîranîneke girseyî li dar bixin û banga tevlibûnê kirin. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû. PKK’ê jî li ser vê bangê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê, di danezana kongreyê de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Ji bo Kaytan û Altûn li gelek bajaran bîranîn tên lidarxistin. Li Dêrsimê jî dê di 17’ê Gulanê de merasîmeke girseyî bê lidarxistin. Bîranîn, dê saet di 13.00’ê de li Qada Seyîd Riza bê lidarxistin. 
 
'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ’ 
 
Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîçek Arîç ku amadekariyên bîranînê didomîne, got: “Di şerê 40 salan de hem rondikên Kurdan hem jî yên Tirkan bariyan. Divê ev pêvajo baş were birêvebirin. Li Dêrsimê hûn biçin kîjan malê êşa wan heye. Bi bidawîbûna van êşan re dê civak jî baş bibe. Pêdiviya me tevekan bi aştiyê heye. Dive hêzên demokrasiyê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê em tevek piştgiriyê bidin. Altûn û Kaytan nûnerên têkoşîna ji bo nasnameya Elewîtiyê û komkujiya Dêrsimê ne. Dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê Dêrsimê xwedî li zarokên xwe derkeve. Em tevekan vedixwînin merasîma bîranînê.” 
 
‘DÊ HER KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE BÊN BÎRANÎN’ 
 
Endamê PM’a DBP’ê Îhsan Gurbuz jî wiha got: “Pêvajoya hatiye destpêkirin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan erênî ye. Ev pêvajo, destpêkeke nû ye. Gelê Kurd xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derket. PKK’ê jî kongreya xwe li dar xist û diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir. Em ê di 17’ê Gulanê de merasîma bîranînê li dar bixin. Wê rojê em hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. Lewma banga beşdariyê li tevahiya gelê xwe dikin.”