Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an

  • rojane
  • 07:51 6 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Li navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyekê de şewat derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.  

Li taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê agir bi avahiyeke li sîteya Rojava ye ket. Di encama şewata avahiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun têkildarî şewatê li ser rûpela şaredariyê daxuyanî dan û wiha gotin: "Mixabin di şewata danê êvarê li sîteyeke ji 13 qatî ya li taxa Firat a navçeya me Peyasê derket de, tevî hemû hewldanên agirkujên me,  4 welatiyên me ku 3 jê zarok in jiyana xwe ji dest dan. Em rehma Xwedê li miriyan, şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin û sebrê ji malbatên wan re dixwazin.