Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar

  • rojane
  • 14:41 8 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama qezayên trafîkê ku di 3 rojên Cejna Qurbanê de rû dane 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Di encama qezayên trafîkê ku di 3 rojên Cejna Qurbanê de rû dane 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 590 kes jî birîndar bûn. Der barê mijarê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wiha ragihand:
 
"Di sê rojên (Pêncşem, În, Şem) Cejna Qrbanê de 2 hezar û 238 qezayên trafîkê pek hatiye. 26 welatiyên me li cihê buyerê jiyana xwe ji dest dane. 3 hezar û 590 welatiyên me jî birîndar bûn. Di 3 rojên cejnê de ji aliyê tîmên me yên trafîkê ve 1 mîlyon 352 hezar û 653 wesayît hatine kontrolkirin."