Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê

  • rojane
  • 09:01 10 Hezîran 2025
  • |
img
AMED - Ji damezirînerên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Lîsa Çalan, diyar kir ku şer bandoreke neyînî li ser hunerê jî dike û got: “Di mijara civakîkirina pêvajoyê de rol û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me hunermendan û înîsiyatîfê.” 
 
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihand, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gelemperiya civakê xwedî li bangê derketin û gelek welatên cuda jî piştgirî dan. Derdorên cuda ku bi daxuyaniyan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan, xwestin îktîdar jî gavan biavêje. Yek ji van derdoran jî Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê ye. Înîsiyatîf, diyar dike ku ji bo civakîkirina vê pêvajoyê û aştiyeke mayinde, erk û berpirsyartiyên mezin dikeve ser milê qada hunerê. 
 
Ji damezirînerên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Lîsa Çalan, têkildarî banga Abdullah Ocalan û rola hunermendan a di civakîkirina bangê axivî. 
 
Lîsa Çalan, diyar kir ku pêvajoya heyî derfeta jinûveavakirina civakeke demokratîk dide û got ku divê huner û hunermend pêşengtiya vê avakirinê bikin. Lîsa Çalan, destnîşan kir ku huner malê civakê ye û ev tişt anî ziman: “Di mijara civakîkirina pêvajoyê de rol û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hunermend û înîsiyatîfê. Di nîqaşên xwe de em li ser pirsên weke ‘Gelo aştî çi ye, em dikarin aştiyeke çawa çêbikin?’ Civakeke demokratîk çawa tê avakirin?’ û ‘Ji bo me xwedî wateyeke çawa ye?’ disekinin. Mesela, me dît ku gelek derdor ji bo aştiyê hêj amade nînin. Lêbelê hewceye ji ewil hunermend bi ser pêvajoyên wiha bigehin ku bikarin ji civakê re vebêjin.” 
 
HUNERA DI BIN SIYA ŞER DE
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Lîsa Çalanê anî ziman ku weke civak heta niha jî tecrubeya aştiyê nekirine û wiha pê de çû: “Zehmete ku mirov tiştekî tecrube nekirî vebêje. Di civîneke de me got heta niha li ser aştiyê me tu fîlm çênekirine û tu caran nebûye behsa xebera mijara me jî. Hûn nikarin li Kurdistanê motîfeke têkildarî aştiyê bibînin. Tevek jî li ser şer in. Ji ber ku di nava 50 salên dawî de şerekî giran hebû. Bi temamî feraseta me ya hunerê xwe spart vegotina vî şerî û êşên bi xwe re anî. Em îro ferq dikin ku me qet behsa aştiyê nekiriye û di hunerê de me cih nedayê. Jixwe ev yek bi tena serê xwe nîşaneya texrîbata şer e.” 
 
SÎNEMAYA KURD LI BER XWE DA
 
Bi domdarî Lîsa Çalanê bi lêv kir ku hunermendên Kurd gelemperî di berhemên xwe de cih dan şer, sînor, ziman, jin, zarok, xizanî û polîtîkayên pişaftinê û ev nirxandin kir: “Ji ber ku tiştekî din ê me jiyayî tune bû. Li hêla din, taybetiyekê hunerê ya girîng heye ku hafizeyê zindî dihêle. Helebce, yek ji van mînakan e. Hafizeya me tenê bi şer û têkoşînê hatiye avakirin. Lewma em bo sînemaya Kurd dibêjin ‘Sînemeya berxwedêr’. Li ber xwe dide, hewl dide hebûna xwe biparêze. Li rexê Tirkiyeyê ev wiha bû. Ev qet neguherî. Ji ber ku şer ne tenê bandorê li derdorekê dike, li tevahiya civakê belav dibe û digire bin tesîra xwe. Anku te bivê jî nevê jî huner li gorî wê bandorê teşe digire. Bêguman tu dikarî li dij jî bisekinî. Lêbelê dema em li 10 salên bihûrî dinêrin, dibînin ku guhertineke pir bilez çêbû. Hilberandin kêm bû, gelek hunermend neçarî koçberiyê hatin kirin. Piranî jê çûn Ewropayê. Welhasil, bandora şer giran bû û rê li ber şikestinên mezin vekir.” 
 
VEGOTINA AŞTIYÊ YA BI RÊYA HUNERÊ 
 
Lîsa Çalanê daxuyand ku rêya beralîkirina van tiştên hatine jiyîn heye û ew ê bi rêya hunerê aştiyê vebêjin. Lîsa Çalanê, axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek jî bi xwebirêxistinkirinê pêkan e. Hewceye li dora gotina aştiyê pûxteyek were avakirin. Di van 10 salên bihûrî de heta gotina aştiyê jî ewqas hate krîmînalîzekirin ku xelk nema dikare peyva aştiyê jî bibêje. Vê bandora xwe li qada hunerê jî kiriye. Tekane rêya xelasiya ji vê rewşê jî hevrûbûn e. Bi taybet jî hewcehî pê divê ku li rexê Tirkiyeyê hevrûbûnek çêbibe. Dema tu hevrû bûy, wê demê dikarî dîsa bicivî û dîsa gotina xwe ava bikî.” 
 
MA / Heval Onkol