ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 30 Hezîran 2025
  • |
img
* Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan diyar kir ku gel piştgiriyê dide pêvajoyê ye û ji ber ku baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin.
 
* Li Mêrsînê Dayikên Aştiyê, MEYADER, DEM Partî û ÎHD'ê xwestin ku hikûmet girtiyên nexweş di pêvajoya berdewam dike de wek mijara bazariyê bikar neyne û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş hat xwestin ku gav bên avêtin.
 
* Girtiyê nexweş Emre Erdem ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin û li girtîgehê gef lê hatin xwarin. Erdem ragihand ku gardiyanan gotine, “Hûn bi xêr hatine Gûantanamoyê. Ev Guantanamo ye. Her tiştê ku te berê dizanî û dîtî ji bîr bike. Îmrali 1, ev der 2.” 
 
* Li navçeya Gimgimê ya Mûşê û Tetwana Bedlîsê dê di çarçoveya mihrîcanan de çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. (11.00-17.00) 
 
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (13.30) ZINDÎ