Li Semsûrê jinek hate qetilkirin

  • rojane
  • 11:51 30 Hezîran 2025
  • |
img
SEMSÛR - Leyla D. li navçeya Alduşê ji hêla hevjînê xwe Ahmet D. ve hate qetilkirin. 
 
Welatiya bi navê Leyla D. (58) ku li navçeya Alduşê ya Semsûrê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Ahmet D. (65) ve bi çekê hate qetilkirin. Cenazeyê Leyla D.’yê ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Ahmet D. ku hate binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Gergerê.