Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir

  • rojane
  • 12:11 30 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Dayikên ku di şer de zarokên xwe winda kirin, banga yekitiyê li gelê Kurd kirin. 

 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) duh li Amedê 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Rojeveke kongreyê jî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Dayika Fatma Yalçin a ku beşdarî kongreyê bûbû bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Serok bang kir, PKK’ê berpirsiyariya xwe bi cih anî. Lêbelê dewletê hêj gav neavêtiye. Ev gavneavêtin ji bo me wek îxanetekê xuya dike. Mirovan ewqas berdel dan, zarokên me mirin, em hêj aştiyê dixwazin. Heke piştî bangê 2 meh dem derfeta dabûna Serok û bikarina li Tirkiye û Kurdistanê bigeriya, dê pirsgirêk çareser bikira. Lêbelê nehiştin. Em dixwazin Serokê me azad bibe, şer bi dawî be û aştî were.”
 
Fatma Yalçinê diyar kir ku rewşa Kurdan bi hêz e û got: “Ji bo vê yekê divê hikûmet gav biavêje, li ser gotina xwe bisekine. Divê gelê Kurd bi tifaq bin û yekitiya xwe pêk bîne.”
 
‘BILA DEWLET GAV BIAVÊJE’  
 
Dayika Rabîa Ataş jî got: “Ger dewletê heta niha berpirisyariya xwe bi cih bianiya heta niha aştî pêk dihat.”
 
Rabîa Ataşê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser girtiyên siyasî didome û wiha pê de çû: “Keça min Şîvekar Ataş girtiyek nexweş e, hêj rewşa girtiyên nexweş çareser nekirine. Em dixwazin aştî pêk bê û em bighîjin zarokên xwe. Em naxwazin zarokên kesê bimire. Lê ger vê carê pêvajo xira bibe, dê bobelatên mezin çêbe.”
 
Rabî Ataş, xwest ku dewlet sozên xwe bi cih bîne û wiha pê de çû: “Ji bo çi dewlet gav neavêje? Ji bo çi girtiyên nexweş bernade? Bila girtiyên nexweş berdin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Bila Abdullah Ocalan berdin da ku em jî wek her kesê azad bijîn. Êdî bes e. Êdî vê carê an dê çareser bibe an jî dê yekser xira bibe. Gelê Kurd ji bo her rewşê amade ye.”
 
‘BILA GELÊ KURD YEKITIYA XWE ÇÊBIKE’  
 
Dayika Lahiya Arşîmed jî xwest ku bila mirin çênebin, xwişk û biratî hebe û aştî çebibe û wiha axivî: “Bila Rêberê Gelê Kurd bê berdan. Bila deriyên hemû girtîgehan vebikin. Xwişk û biratiya Tirk û Kurdan pêk bê. Em her tim aştiyê dixwazin. Bila dewlet tavilê ji bo aştiyê gav biavêje.”
 
Lahiya Arşîmed, rave kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdan girîng e û got: “Êdî em bi hevre bibêjin ‘êdî bes e.'"
 
Meryem Aslanê jî got: Bila yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, bila êdî aştî bê.”