Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:38 30 Hezîran 2025
  • |
img
EDENE - Şîna endama YJA Starê Bêrîvan Araz ku di sala 2019’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Ji bo endama YJA Starê Bêrîvan Araz (Bêrîtan Harûn) ku di 15’ê Hezîrana 2019’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Ovayê ya navçeya Seyhan a Edeneyê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) û bi beşdariya nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û civaka sivîl bi girseyî hate ziyaretkirin. Girse, bi meşekê heta cihê şînê çû, sersaxî ji malbatê re xwest û got ku dê têkoşîna Bêrîvan Arazê bidomînin.