ENQERE - Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, ji bo daxwazên xwe yên têkildarî pêvajoyê ragihînin dê ji gelek bajaran ber bi Meclisê ve bimeşin. Endama Însiyatîfê Fatma Koçyîgît diyar kir ku dê ji bo aştiya civakî têbikoşin.
Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji bo Meclis berpirsiyariyê li xwe ragire dê di 8’ê Tîrmehê de saet 10.00’an de li Parka Guvenê bicivin û ber bi Meclisê ve bimeşin. Dê gelek jin ji bajarên Kurdistan û yên Tirkiyeyê beşdarî meşê bibin.
KOMÎSYONA AŞTIYÊ
Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Fatma Koçyîgît têkildarî meşê axivî û diyar kir ku divê Meclis berpirsiyarê li xwe bigire û “Komîsyona Aştiyê” ava bike. Fatma Koçyîgîtê detnîşan kir ku jin bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û wiha axivî: “Tevgera jin a Tirkiyeyê, tevgera jin a Kurdistanê û tevgera femînîst ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo lêgerîna aştiyeke hevpar dibin yek. Di mînakên li cîhanê de jî tê dîtin bêyî beşdariya jinê ne pêkan e ku aştî çêbe.”
Fatma Koçyîgîtê, diyar kir ku dê jinên ji Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî meşê bibin û got: “Di vê çalakiyê de, armanca me beşdariya jinên ji netewe, bawerî û îdeolojiyên cuda ne. Em armanc dikin ku kesên wek Dayikên Aştiyê berdêl dane jî beşdar bibin û reng û hêza xwe nişan bidin.”
3 DAXWAZÊN BINGEHÎN
Fatma Koçyîgîtê diyar kir ku 3 daxwazên bingehîn ên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye û daxwaz wiha rêz kir:
* Rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK): Bi rêya TMK’ê parvekirin an daxuyaniyên çapemeniyê dike hincet ji bo lêpirsînê û mafê azadiya îfadeyê asteng dike. Divê pêşiya siyaset û beşdariya demokratîk a civakê bê vekirin.
* Divê girtiyên nexweş bên berdan: Di girtîgehan de, girtiyên ku tevî biryarên DMME’yê jî di girtîgehan de tên ragirtin divê bên berdan û ev bêedaletî rabe.
* Divê polîtîkayên qeyûm bi dawî bibe: Qeyûm, nexasim qada jinê ya civakî û serkeftiyên di rêveberiyên herêmî tune dike. Malên jinan û projeya wek malên tenûrê yên civakî tên tunekirin. Rêveberiyên herêmî ku li ser esasê azadiya jinê tê rêvebirin, pêşiya beşdariya jinê bo jiyana civakî vedike. Tayîna qeyûman di heman demê de xespa îradeya gel e.
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ
Fatma Koçyîgîtê, herî dawî ev bang kir: "Pêdiviya me ne bi betlanê bi aştiyê heye. Banga me ji bo hemû jinan werin em di 8’ê Tîrmehê de saet di 10.00’an de li Guven Parka Enqereyê bicivin û li pêşiya Meclisê kom bin. Em jin rexmê mercên tirs û fikaran em ê bêdeng nemînîn. Em ê li dijî rejîmên otorîter dengê xwe bilind bikin û dev ji têkoşînê bernedin."