Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin

  • rojane
  • 14:07 2 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarê rêvebirên Kovara Lemanê de ku bûbû hedef, lêpirsîna darayî hate destpêkirin. 

Kovara Lemanê ya qerfî ji ber weşandina karîkaturekî li ser medyaya dijîtal ji aliyê komekî ve hedef hatibû nîşandan. Piştre jî komeke paşverû êrişê avahiya Lemanê kir. Piştî ku rayedarên desthilatê kovar kirin hedef, bi hinceta “heqereta li pîroziyên olê kiriye" der heqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin. Piştî vê lêpirsînê, îcar jî lêpirsîna darayî der heqê rêvebirên kovara Lemanê de hate destpêkirin. 
 
Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate destpêkirin û hate diyarkirin ku dê fonên ji derveyî welat bo kovarê tên şandin bên lêkolînkirin.