ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bîlançoya şewatê aşkera kir. Li gorî vê, xesareke mezin gihişt 184 avahiyan, 5 kargehan û 28 axuran.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê têkildarî encama şewatên li seranserî welat agahî da. Yerlîkaya, got: “Li bajarê Îzmîrê xesareke mezin gihişt 110 avahî, 2 kargeh û axurekê; li bajarê Bîlecîkê xesareke mezin gihişt 69 avahî, 3 kargeh û 27 axuran; li bajarê Manîsayê jî ji ber karesata şewatê xesareke mezin gihişt 5 avahiyan.”