STENBOL - 34 kesên di mitînga Saraçhaneyê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Partiya Gel a Komarê (CHP) bi boneya roja 100’emîn a girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Saraçhaneyê mitîng li dar xist. Di mitîngê de 42 kes hatibûn binçavkirin.
Ji binçavkiriyan 8 jê piştî îfadeya li midûriyeta emniyetê hatibûn berdan. 34 kes jî îro sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.