Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe

  • rojane
  • 10:10 30 Tîrmeh 2025
  • |
ŞIRNEX – Ayşe Kazanhan, dayika Nihat Kazanhan ê ku di 12 saliya xwe de hat qetilkirin, anî ziman ku komîsyona ku dê li Meclisê were avakirin divê ji bo zarokên hatine qetilkirin doza edaletê bike û got: "Bêyî edaletê aştî nabe."
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di nav gelek kesên ku di dema şer de rastî zilm û zordariya dewletê hatine û bi salan e ji bo edaletê têdikoşin de hêviya edaletê zêde kiriye. Her wiha vê pêvajoyê ji bo malbatên ku zarokên wan di dema şer de hatine kuştin hêviya edaletê zêde kiriye. 
 
Li gorî raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di qedexeyên derketina derve yên di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 18'ê Adara 2016'an de herî kêm 310 sivîl, di nav de 72 zarok û 62 jin, jiyana xwe ji dest dane. Yek ji navendên ku di vê heyamê de herî zêde mirin lê çêbû navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû. Li navçeyê 251 kes, di nav de 41 zarok, jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van zarokan Nihat Kazanhan ê 12 salî bû ku di 14'ê Çileya 2015'an de gava liq adeke vala ya li Taxa Yafesê dilîst. Kazanhan ku di encama gulebarana polîs Mehmet Nurbaki Goçmez de jiyana xwe ji dest da, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cizîrê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hat birîn. Lêbelê, ceza ji ber "tehrîka neheq" û "reftarên baş" daket 13 sal û çar mehan. Biryar ji hêla dadgeha îstînafê û Dadgeha Bilind ve hat pejirandin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryar da ku doz ji ber "kêmkirina tehrîka neheq" biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da û ji bo ku encamên binpêkirinê werin sererastkirin, doz ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cîzîrê re şand. Her çend dadgehê ji bo Mehmet Nurbaki Goçmez, ku ji nû ve darizandina wî dest pê kir, fermana girtinê da jî, ew du sal û pênc meh in nehatiye zevtkirin. 
 
'BI HEZARAN NÎHAT HATIN QETILKIRIN'
 
Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hêviyên ji bo edaletê zêde kiriye. Ayşe Kazanhanê got: "Divê êdî dayik negirîn. Divê ne dayikên leşkeran ne jî dayikên gerîlayan negirîn. Gelek zarokên mîna Nîhatê min hatin kuştin û dayikên wan hîn jî digirîn. Bes e. Em aştî û biratiyê dixwazin. Bê aştî, zarok dê bimirin. Wan zarokên me kuştin. Bi hezaran Nîhat bêyî sedemek berbiçav, bêyî ku sûcek bikin hatin kuştin. Divê yên ku ev kirine hesab bidin."
 
Ayşe Kazanhanê diyar kir ku tevî gelek gavên berbiçav ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê di vê pêvajoyê de avêtine jî, dewletê tu gav neavêtiye û got: "Me gav avêtin, lê dewletê neavêt. Gerîlayan li ser bangawaziyê çekên xwe şewitandin. Divê dewletê jî gav biavêta. Em samîmî ne, lê dewlet samîmî tevnagere. Tenê daxwaza me ji komîsyona ku li meclisê were avakirin aştî ye. Divê kes di girtîgehê de nemîne, divê her kes vegere malên xwe. Divê dayikên leşker û polîsan bi zarokên xwe re werin cem hev. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em ê ji bo aştiyê her tiştî bikin. Divê dewlet jî ji bo vê armancê gavekê biavêje."
 
'LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE'
 
Ayşe Kazanhanê daxwaz kir ku komîsyona ku tê plankirin li meclisê were avakirin, li ser bingeha qanûnî û siyasî ya pêvajoya lêpirsîna leşkerên ku zarok kuştine lêkolînan bike û got: "Divê ev polîs werin cezakirin. Em 11 sal in bi vê êşê dijîn. Me qet rojeke xweş, qet rojeke şahî derbas nekiriye. Ez ê tenê dema ku polîsê ku Nihatê min kuşt were cezakirin, rihet bibim. Wan îro zarokê min kuşt; heke neyên cezakirin, sibê dê zarokê kesên din jî bikujin. Ez dizanim ku Nihatê min venagere, lê dilê min nikare bibîne ku kesê ku ev kiriye bê ceza bimîne. Çi ceza werdigire bila bibe. Em edaletê dixwazin, lê edalet tune. Her cara ku ez diçim dadgehê, ez edaletê dixwazim, lê dadgeh red dikin. Li ser wan kursiyan dadger û dozger hene ku edaletê dabîn nakin. Em in yên ku dimirin û yên ku edaletê dixwazin. Li Tirkiyeyê edalet tune."
 
'DIVÊ HER KES DOZA EDALETÊ BIKE'
 
Ayşe Kazanhanê ku got "Bêyî edaletê aştî çênabe," wiha axivî: "Divê her kes ji bo edaletê rabe ser pêyan. Divê her kes edaletê bixwaze. Divê komkujî bê ceza nemînin. Ger edalet hebe, her tişt wê bibe. Em ê heta dawiyê edaletê bixwazin. Me ewqas êş dîtiye û em naxwazin kes vê êşê bibîne. Bi hezaran kesên ku tiştek nekirine di girtîgehê de ne. Xizmên wan dimirin û ew nikarin beşdarî merasîmên cenazeyên wan jî bibin. Ev kes ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di girtîgehê de ne, lê yê ku Nihatê min kuşt bi serbestî digere. Bila sûcdar biçin girtîgehê. Ew kesên ku madeyên hişber difiroşin û diziyê dikin berdidin, lê yên ku sûc nekirine di girtîgehan de ne. Sedema vê yekê nebûna edaletê ye. Ez 11 sal in diçim dadgehê û piştî her rûniştinê digirîm."
 
Ayşe Kazanhanê her kesî vexwend danişîna 12'emîn a ku dê di 17'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Cizîrê were lidarxistin û got: "Em aştî û edaletê dixwazin. Em li bendê ne ku her kesê ku aştî û edaletê dixwaze beşdarî danişînê bibe. Em ê vê doza dadgehê bêceza nehêlin heta ku sûcdar neyên cezakirin. Sûcdar divê cezayên xwe bikşînin. Di her dadgehekê de ku min serdana wê kiriye, min xwestiye polîsê ku kurê min kuştiye bibînim, lê min nekarî. Wan her tim bi hincetekê red kirin ku wî bînin vir. Em spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me û beşdarî danişînan bûne û her weha parêzeran dikim."
 
MA / Emrûllah Acar