Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin

  • rojane
  • 10:50 30 Tîrmeh 2025
  • |
img
BEDLÎS- Hevşaredarê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol diyar kir ku sal û nîveke li dijî texrîbata ku qeyûm û AKP'ê çêkirine têdikoşin û got ku ew ê tevî gel bajêr bi rê ve bibin û pirgsirêkan çareser bikin. 
 
Şaredariya Tetwanê ku bi salan di destê qeyûm û rêveberiya AKP'ê de bû, di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Wekî gelek şaredariyên ji aliyê qeyûman ve dihatin birêvebirin, Şaredariya Tetwanê jî di bin deynan de hatibû hiştin. Hevşaredarê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol, piştî texrîbata qeyûm sal û nîveke şaredariyê nirxand. 
 
ŞAREDARIYA HERÎ DEYNDAR
 
Erol diyar kir ku Şaredariya Tetwanê di bin deynên giran de ye û ji bo pêkanîna karên xwe zehmetiyan dikişîne û got: "Tişta herî berbiçav piştî hilbijartinên 31'ê Adarê rewşa deynên giran ên Şaredariya Tetwanê bû. Li gorî nifûsa xwe, ew bûye şaredariya herî deyndar a Tirkiyeyê. Ev deyn, tevahiya xebata şaredariyê têk bide. Şaredariya Tetwanê berê xwedî çavkanî bû û paya wê ya mehane ya li gor nifûsê dihat têra wê dikir. Lê mixabin hemû çavkaniyên şaredariyê hatine tunekirin û di heman demê de milyar û 300 milyon deynê wê heye. Ji ber vê xebatên diviyabû zû bihatana kirin bi derengî ketin."
 
Erol behsa xebatên ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatine kirin kir û got: "Me bi zêdetirî hezar kamyon harfiyat ji nava bajêr derxist û me bajêr ji toz, ax û çopê xelas kir. Tetwan bûbû bajarekî ku pirsgirêka wê ya avê hebe. Ji bo vê pergaleke nû ava kirine lê baoneyên malan nehatibûn çêkirin. Ji bo vê jî bedêla porjeyê zêdetirî 100 milyonî bû. Me ev ji Îller Bankasiyê û bankeyên taybet daxwaz kir, lê kredî nedan. Em vê bi çavkaniyên xwe çêdikin. Me zêdetirî 500 kîlometreyî pergala qenalîzasyonê û ava baranê tamîr kir. Êdî wê bajarê me di bin avê de nemîne. Bajarekî ku pirgirêkên wê yên rêya heye. Heya niha nêzî 150 hezar metrekare kevirên parkeyî tê çêkirin. Îsal me îhaleya 10 kîlîmetre rê çêkir. Wê hefteya bê dest pê bike." 
 
JI BO CIWANAN XIZMET
 
Erol bal kişand ser zêdebûna nifûsa bajêr û hewlên wan ên ji bo xwendekaran jî anî ziman. Erol got: "Tetwan bajarekî pir dînamîk e. Bi zêdebûna nifûsa xwe sku sê an çar qat zêde bûye, havînê kêmasiyên me çêdibin. Her wiha li Mala Agahiyan nêzî 700 xwendekarên me ên YGS, LGS û kursên zimên hene. Me qada xwe ya konservatûvarê çêkir. Nêzî 150-200 xwendekarên me yên qadên cuda hene. Her wiha şagirtên me li qada mihrîcanê konser dan." 
 
Erol diyar kir ku pirsgirêka herî bingehîn a navçeyê trafîk e û got ku pirsgirêka Kolana Cumhuriyetê û rêya dorhêlê hatine çareserkirin. 
 
Erol diyar kir ku ji ber pergala qenalîzasyonê ya li derdora Gola Wanê gol qirêjî bûye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê projeyek çêkirine, lê bedêla projeyê 150 hezar TL ye û derfetên şaredariyê ewqas tune ne. 
 
Erol destnîşan kir ku navçe bajarekî xwedî profîlên geştiyariyê û çandiniyê yên girîng e û di mehên havînê de nifûs pir zêde dibe. Erol got: "Ger em helwesteke rêgezî û li gor polîtîkaya xwe nîşan bidin û di warê xizmetê de tevbigerin û bibin yek, ez dibêjim ev pirgsirêk demborî ne."