Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin

  • rojane
  • 16:06 30 Tîrmeh 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Emre Erdem ê ku li Girtîgeha Kirşehîrê bi gotinên "Ev Îmraliya duyemîn e" gef lê hate xwarin, di hevdîtina bi malbata xwe re got: "Gardiyanên ku dema îşkence li min kirin destên wan birîn bû, ji ber birînên destên xwe giliyê min kirin."
 
Emre Erdem ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di axaftina heftane ya bi malbata xwe re binpêkirinên mafên mirovan ên ku lê hatiye kirin rave kir. Erdem diyar kir ku li girtîgehê zextek giran heye û ev tişt got: "Her bêhnek, her gavek ku em ji bo mafên demokratîk diavêjin li dijî me vediguhere zextê. Min berê têkildarî îşkenceya ku li vê girtîgehê min kişandiye giliyê xwe kir. Rexmê raporên tundiyê, li dijî min cezayên dîsîplînê hatine dayîn."
 
'TU MAFÊN WE TUNE'
 
Erdem, diyar kir ku gardiyanên ku li dijî wî tundî bi kar anîne û wî gilî kirine û got: " Gardiyanên ku dema îşkence li min kirin destên wan birîn bû, ji ber birînên destên xwe giliyê min kirin. Lêbelê, her tişt bi kamerayan ve tê tomar kirin. Axaftinên têkildarî tundiyên ku li vir diqewimin, wan aciz dikin. Di rojekê de sê an çar lêpirsîn li dijî me têne vekirin. Em ji hevalên xwe yên girtî hatin cudakirin û li qawişeke din hatin bicihkirin. Li gorî fikra wan, mafê wan heye ku ji bo me her biryarê bidin. Dema em cara yekem hatin vir, midurê girtîgehê got, 'hûn bi xêr hatin Guantanamoyê. Ev der ne mîna ew derên ku hûn dizanin. Hemû girtîgehên ku hûn berê lê mane ji bîr bikin. Ev Îmraliya duyemîn e. Armanc li vir qutkirina têkiliyên we ye. Tu mafên we tune. Hûn ne girtiyên siyasî ne."
 
Erdem, daxwaza serdana şandeyên girtîgehê kir.