Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin

  • rojane
  • 20:22 30 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA'yê, ragihand ku hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Baneyê kolberekî kurd bi giranî birîndar kirine. 
 
HRANA'yê ragihand ku hêzên rejîma Îranê li sînorê Baneyê kolberekî kurd bi giranî birîndar kirine. Di daxuyaniya HRANA'yê de wiha hat gotin: "Êvara sêşemê, kolberê kurd Behramê 30 salî yê ji gundê Mîkî yê girêdayî bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê û niha li bajarê Sineyê dimîne, li herêma sînor a Eşterawa ya girêdayî bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hedef hat girtin û bi giranî birîndar bû. Kolberê ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê."
 
Di sala 2024'an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolber hatin qetilkirin û 131 jê jî birîndar bûn.