‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe

  • rojane
  • 13:30 16 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Darazê yê Îranê Asghar Jahangir, diyar kir ku efûya giştî ya hatiye ragihandin ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîne. 
 
Rejîma Îranê demek berê ragihandibû ku efûya giştî derxistine. Berdevkê Saziya Darazê ya Îranê Asghar Jahangir têkildarî mijarê li Tehranê daxuyanî da û got ku efûya giştî ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîne. Jahangir, diyar kir ku beşeke mezin ê kesên bi etîketa ewlehiyê hatine girtin jî dê ji efûyê sûd negirin. Jahangir, got ku ji bo pergala darazê xeta sor, çalakiyên protestoyî û kesên ji dozên siyasî tên darizandin in. 
 
Jahangir, diyar kir ku sûcên weke tiryak, qaçaxçitiya çekan, sextekariya di belgeyan de û hewldana xerakirina pergala aboriyê di çarçoveya “ewlehiya navxweyî û derve” tên hesibandin û kesên ji van sûcan girtî jî dê nekevin ber efûyê.