ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 17 Îlon 2025
  • |
img
* Seroka EUYCC'yê Karaine Westrheimê diyar kir ku helwesta Konseya Ewropayê ya der barê "mafê hêviyê" de qels e û got ku divê komîte zimanekî xurt pêş bixe ku Tirkiye tevbigere. 
 
* Hiqûqnasê OHD'î Salih Tekîn diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di warê pêkanîna "mafê hêviyê" de zorê bide Tirkiyeyê.
 
* Endamê MYK'a HDK'ê Harûn Çakmakdiyar kir ku armanca wan a bingehîn civakîbûna aştiyê ye û got ku armanca operasyonên li dijî CHP'ê jî tunekirina muxalefeta civakî ye. 
 
* Tirkiye ku di warê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sist tevdigere, bi liv û tevgera xwe ya li Sûriyeyê êgir gur dike. Gefên desthilatê yên li Kurdan û pêwendiyên wê yên li herêmê, nîşaneyên şerekî talûke ne. 
 
* Omer Kurt, bavê xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt ê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, diyar kir ku hêviya wan ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û got: "Divê nêvengeke li ser esasê wekheviyê bê afirandin."
 
* Bav Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî salek e ji bo aqûbeta keça xwe pirsa "Çi hat serê Rojînê dike?", heya niha 14 caran ji Amedê hatiye Wanê û doza edaletê dike. 
 
* Xizmên girtiyan ên li Mêrdînê diyar kirin ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê aştiyeke rasteqîn çênebe û bang li komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kirin. 
 
* Serokê Şaxa 3'yan a Egîtîm Sen a Stenbolê Huseyîn Tosû ku têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê axivî, diyar kir ku divê bendên li ber mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên rakirin û got ku divê komîsyon vê yekê wekî peywirekê deyne ber xwe. 
 
* Belgefîlma "Xewnên Tarî" ya derhêner Sedat Kiran, li ser dengbêjên çavên wan nabîne hûr dibe. Kiran got: "Hafizan, dîroka Kurd û Kurdistanê nifş bi nifş ragihandin." 
 
* Rektoriya Zanîngeha Munzurê , beşeke pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtî û dozgeriyê kir. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Mehmet Aşkin got ku ev yek dê bandoreke neyînî li jiyana kampusê bike. 
 
* Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e, ragihand ku ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ji wî pirsiye ku "Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?" Parêzer Veysî Atmaca got: "Divê girtiyên nexweş ji însafa ATK'ê re neyên hiştin." 
 
*Danişîna 13'emîn a qetilkirina Nîhat Kazanhan dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Rêxistinên civaka sivîl ên Êlihê dê têkildarî zarokên li navçeya Qûbînê di encama êrişa çekdarî de hatin qetilkirin, daxuyaniyê bidin. (12.00)
 
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê geşedanên di rojevê de binirxîne. (13.00) ZINDΠ
 
* Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amed, Mêrsîn û Wanê bi dirûşma "Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin" meş bên lidarxistin. (16.30-19.00) ZINDÎ