KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir

  • rojane
  • 12:49 18 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryara DMME’yê ya der heqê siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de cîbicî bike û berde. 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 1537’emîn de ku di navbera 15-17’ê Îlona 2025’an de pêk hat, ji bo bicihanîna biryarên der barê Selahattîn Demîrtaş (hejmar.2) û dozên girêdayî wê de nirxandin kir. Komîteyê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û diyar kir ku Demîrtaş û parlamenterên din ên hilbijartî bêyî delîlên têr hatine ragirtin. Hat destnîşankirin ku ev ragirtin xwedî armanceke siyasiye û mafên wan ên azadiya ramanê û temsîliyeta siyasî binpê dike.
 
Komîteya Wezîran, der barê nebicîhanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de gumanên xwe yên cidî anî ziman û bang li Tirkiyeyê kir ku Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî demildest serbest berde. Komîteyê her wiha pêşniyar kir ku tevdîrên alternatîf ji hêla dadgehan ve werin nirxandin.
 
Komîteyê, çarçoveya destûrî ya heyî ya Tirkiyeyê rexne kir û destnîşan kir ku bi vî rengî Tirkiye nikare pirrengiya siyasî misoger bike. Rakirina parêzbendiya parlementeran û girtina şaredaran a zêde wekî cihê fikaran nirxand. Komîteyê, di heman demê de bang li Tirkiyeyê kir ku reformên qanûnî ku pirrengiya siyasî xurt dikin û azadiya îfadekirinê pêk tîne pêk bîne. Her wiha hat xwestin ku ji bo endamên dadweriyê li gorî standardên DMME’yê perwerdehî bibînin, şert û merc bên avakirin.
 
Komîteyê bang li rayedaran kir ku “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî” û "Înîsiyatîfa Tirkiyeya Bêteror" li ber çavan bigirin û ji bo bicihanîna tevdîrên di dozê de bi Komîteyê û Sekreteryayê re hevkariyê bikin. Komîteya Wezîran dê tevdîrên takekesî di civîna xwe ya Kanûna Pêşîn a 2025'an de û tedbîrên giştî jî di Adara 2026'an de ji nû ve binirxîne.