ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 30 Cotmeh 2025
  • |
img
* Îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê wêneyê Ceylan Onkol a hat qetilkirin bifikar hesiband û ew neda pismamê wê Ferhat Onkol. 
 
* Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk." 
 
* Delegeyên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk diyar kirin ku pêkhatina yekitiya Kurdan dê pir beşdarî pêvajoyê bibe û gotin: "Heta ku em, gelê Kurd, yekitiya xwe ava nekin, em nikaribin bigihîjin tu statuyekê yan jî tu encaman bi dest bixin."
 
* Zanyarê siyasetê Levent Koker diyar kir ku gavên ku divê dewlet wekî parçeyeke ji pêvajoyê bavêje têrê nakin û got: "Divê komîsyon niha pêşniyazên qanûnî yên der barê entegrasyona demokratîk de berbiçav bike."
 
* Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muşeher Ulkeyê bal kişand ser neavêtina gavan ji aliyê dewletê ve û got: "Banga min ji Serokkomar re ev e ku li sozên xwe xwedî derkeve. Dema ku te got, 'Bila çekên xwe deynin û gavan bavêjin', wan gav avêtin; niha divê hûn jî bi lez gavan bavêjin."
 
* Yekem danişîna doza hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê bê lidarxistin. 
 
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Amedê Ferat Koçeroglû anî ziman ku pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê meşandin li girtîgehan xwe nedaye der û got: "Pêvajoya li derve bandor li girtîgehan nekiriye."
 
* Rewşa Rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha tê tedawîkirin dê were şopandin.
 
* Li Qersê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, "Hevdîtina Gel û Baweriyan" were lidarxistin. (10.00) ZINDÎ
 
* Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê li Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç guhdarî bike. (11.00)  
 
* Arjen Arî dê di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê were bibîranîn. (12.30)  
 
* Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dê di roja 18'an de bi tevlibûna malbata Rojîn Kabaîşê bidome. (16.00)