NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi daxuyaniyeke nû ragihand ku hêzên gerîla yên li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16'ê Mijdarê re vekişiyan qadên cuda û guncav.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi 16'ê Mijdarê re hêzên gerîla yên li herêma Zapê ku rîska şer li ser wan hebû, vekişiyan qadên cuda. Rêveberiyê, got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgireka Kurd, aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.”
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 26'ê Cotmehê de ku bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin û ji gerîlayên me yên ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê 25 jê bi xwe amade bûn, me diyar kiribû ku li cihên xwedî rîska şer ên li ser sînor jî em ê tevdîran li hemberî şer werbigirin. Ji wê demê û vir ve li ser bingeha karê ku organên pêwendîdar kirin, em li herêma Zapê gihîştin encameke girîng. Bi êvara 16'ê Mijdarê re hêzên me yên li herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişiyan qadên cuda yên guncav. Bi rewşa heyî re li qada navborî rîska şer bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla yên bi rîska şer ên li nava sînorên Tirkiyeyê, ev sererastkirin û vekişîna ji herêma Zapê re ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne bûye tevkariyeke girîng a pratîkî û biryardariya me ya ji bo pêvajoyê careke din nîşan dide. Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.
Em bi rêzdarî vê agahiyê ji çapemenî û raya giştî re radigihînin, silavên xwe li her kesên pêwendîdar dikin.
17'ê Mijdara 2025'an
RÊVEBERIYA TEVGERÊ"
