AMED - Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan diyar kir ku bi tenê platformekê nikare têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê bê dayîn û got: “Divê hemû dînamîkên bajêr berpirsyar bin. Her kes dikare beşdar bibe. Divê civak bi xwe çareser bike."
Pêşîlêgirtina belavbûna bikaranîna tiryakê berpirsiyariyeke mezin dide ser milê rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî, komele û navendên têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê. Lêbelê, sazî û dezgehên heyî di vê mijarê de polîtîkayeke bi bandor naşopînin. Her çend li Kurdistanê hin meş û çalakî tên lidarxistin jî, nebûna bernameyeke stratejîk dibe sedem ku mijar bê jibîrkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Mijdara 2024’an de Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tiryakkêşiyê ava kir. Li bajarên din, ji bilî AMATEM û ÇEMATEM'ê, navendeke din a li dijî tiryakkêşiyê nîne. Rêxistineke din a girîng ku li dijî tiryakê hatiye avakirin “Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" ye. Platformê di 26’ê Nîsanê de li Amedê avabûna xwe ragihand. Piştre li Êlih û Şirnexê jî rêxistina xwe ava kir.
Hevberdevkê platformê Mûrat Kan ê ku me li navçeya Sûrê ya Amedê pê re hevdîtin kir, xebatên ku heta niha kirine, tespîtên wan ên li qadê û şêwazên têkoşînê nirxand.
Ji ber ku bi salan e hêzên serdest tiryakkêşiyê wekî stratejiyeke polîtîk pêş dixin. Parçebûn, xerîbbûna civakê ji xwe re, pirsgirêkên aborî û xizanî tev pêvajoyeke wiha derdixin holê. Li erdnîgariya Kurd, nexasim li Amedê, bi salan e şer û şerê taybet tê meşandin. Rejîma şerê taybet bi awayekî berfireh di nav civakê de hin arguman derxistin holê. Tiryak û tiryakkêşî ne pirsgirêka îro ye. Bi salan e li vê erdnîgariyê argumanek e ku serdestan ji bo civakê ji rastiya wê dûr bixin bikar anîne.Pêdiviya helwesteke stratejîk wekî alternatîfek û dijberiyek ji bo stratejiya siyasî derket holê. Li dijî vê yekê, platform bi awayekî rêxistinkirî hate damezrandin ku dînamîkên civakî bixe tevgerê, ji bo civakê biaxive û civakê biparêze.
Di nava 7 mehan de, we li qadê çi dane bi dest xistin?
Me dît ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salan û temenê firotina tiryakê jî daketiye 12-13 salan. Me ferq kir ku argumanên cuda yên girêdayî tiryakê jî hene; wekî fihûş û qumar. Li ser tiryakê bazareke nû û lêgerînên ji bo dabînkirina jiyana xwe ya aborî derketin holê. Vê yekê pergala rantparêziyê bi xwe re anî. Di nav civakê de, nexasim di nav ciwanan de rê li ber vê vekir.
Li ku derê herî zêde belav e?
Mirov dikare bibêje ku beşeke girîng a Amedê ji ber vê yekê bêzar e. Êlih jî yek ji van navendan e. Li Colemêrgê, ji bilî tiryakê fihûş jî lê belav bûye. Wan jî wisa ye. Taybetmendiya hevpar a van bajaran ew e ku di salên 90’î de şer bi awayekî zêde lê hatiye jiyîn. Herwiha li van bajaran civakê di wan pêvajoyan de hewl daye xwe rêxistin bike, bi nasname û hesta xwebûnê xwe îfade bike.
Em dikarin bibêjin ku li bajarên ku têkoşîna civakî lê zêde ye, bikaranîna tiryakê jî zêde ye?
Erê, her çendî em wisa nebêjin jî, ev tespîteke rast e. Têkçûn û rizîbûneke cidî ya ku şer anî holê heye. Bi taybetî jî piştî sala 2014’an bi Plana Têkbirinê re, dewlet berê xwe da civakê. Şer êdî di navbera hêzên şerker de derket.
Tenê bi vê platformê ve encam dikarin bên wergirtin?
A rast tenê bi platformeke wiha ve encam nayê girtin. Armanca vê platformê ew e ku hişmendî û zanebûnê çêbike. Tevî ku platform ji 15-16 çalakvanan pêk bê jî, di nav dînamîkên girîng ên bajêr de cih digire. Platformek e ku hewl dide dînamîkên din jî bixe nava tevgerê. Berî ku em platformê damezirînin, me bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî û sazîyên siyasî yên li bajêr re hevdîtin kir. Mirov dikare bibêje ku platform di asteke girîng de dînamîkên bajêr temsîl dike. Heta ku zanebûn û hişmendiya civakî neyê avakirin û tevahiya bajêr nekeve nava tevgerê, ev pirsgirêk nayê çareserkirin.
Têkiliyên platformê bi rêxistinên din re çawa ne?
Di 26’ê Nîsanê de me li ser vê pirsgirêkê peyvek got. Piştî me jî dînamîkên cuda di çarçoveya heman pirsgirêkê de ketin dewrê. Dînamîkên bajêr, avahiyên siyasî yên cuda, avahiyên di nava sîstemê de, saziyên dewletê, rêxistinên din ên demokratîk ên girseyî jî bi me re hevdîtin kirin. Me bi nûnerên herêmî yên ji CHP’ê heta Yenî Yolê re jî hevdîtin kirin. Me got ku divê ev pêvajo bi xebatên hevpar bi rêve biçe, bêyî xebaên hevpar pêvajo nayê meşandin.
We got tenê bi xebatên platformê encam nayê wergirtin, gelo divê mekanîzmayek çawa bê avakirin da ku têkoşîneke bi bandor bê meşandin?
Ev stratejiyeke polîtîk e. Ji ber vê yekê, divê saziyên civakî, rêxistinên demokratîk ên girseyî, hemû avahiyên ku civakeke demokratîk dikin hedef, li hemberî vê stratejiyeke alternatîf ava bikin. Dema ku ev stratejî bê avakirin, divê rastiya sosyolojîk li ber çavan bê girtin. Pêwîst e ji bo vê hem stratejiyeke civakî hem jî ya polîtîk bê avakirin. Ya duyemîn, divê nexşerêyek ji bo bajêr bê çêkirin. Pêwîstî bi koordînasyonekê heye ku hesta aîdiyet û nasnameyê pêş bixe. Koordînasyoneke ji bo têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê hat avakirin. Pêwîst e hedefên têkildarî vê mijarê bêne destnîşankirin.
Divê hedef çi bin?
Pêşî hedef ew e ku nexşerêyeke giştî ya bajêr bê derxistin. Armanc ew e ku sedemên tiryakkêşiyê bêne nirxandin û stratejiyeke nû bê destnîşankirin. Armanc ew e ku bi dînamîkên bajêr re ji nû ve hevdîtin bêne kirin û bernameyeke çarçoveyî ya ku ew jî tê de bin, bê avakirin. Mesele ne pirsgirêkeke ku tenê bi avakirina hişmendiya civakî, avakirina zanebûna civakî, an jî bi tevdîrên parastin û pêşîlêgirtinê bê çareserkirin e. Xebatên rehabilîtasyonê têne armanckirin. Di der barê çareserkirina pirsgirêka îstixdamê de jî xebat wê bêne kirin. Di van mijaran de dê bi dînamîkên bajêr re hevdîtin bêne kirin. Di mijara îstixdamê de dê bi DTSO û DESOB'ê re hevdîtin bên kirin. Şaredarî di vê çarçoveyê de dikarin çi bikin, dê li ser vê şêwirê bê kirin.
Divê aliyê civakî çawa bê honandin?
Dê bi derketina kolanê ve bê kirin. Xebatên Şiyar be li ser vê hene. Nobedên konan hatin girtin. Bi meşan hewl hat dayîn ku hestiyariya civakî bê çêkirin. Ji aliyekî ve ev xebat dê bidomin, ji aliyê din ve jî dê li taxan nûnertiyên girêdayî me bêne avakirin. Li ser van nûnertiyan dê bi gel re, bi malbatên ku ji ber vê pirsgirêkê bêzar in re hevdîtin bêne kirin. Bi perwerdehiyên der heqê vê ve, dê hişmendî bê avakirin. Wê xebatên parastin û pêşîlêgirtinê bêne kirin. Li taxan projeya me ya malên zarokan heye. Cihên ku zarok dikarin wext derbas bikin û bêne perwerdekirin.
Planên ji bo bajarên din çi ne?
Şiyar be, armanc dike ku li bajarên din jî xwe bir rêxistin bike. Me li Êlihê platformek ava kir. Me bi rêxistinên demokratîk ên girseyî yên bajêr re platform ava kir. Em difikirin ku di nav heman bajaran de nûnertiyan ava bikin.
Bangeke we ji bo civakê an jî pêkhateyên din heye?
Ev pirsgirêkek polîtîk e. Divê hemû dînamîkên bajêr berpirsyar bin. Divê her kes li ser vê mijarê gotina xwe bibêje. Ev pirsgirêkek hevpar e û ya her kesî ye. Gel, malbat, dê û bavan... Her kesê ku berpirsiyariya wî li hemberî gel heye, divê gotina xwe bibêje. Di warê pratîkî de dikarin gav bavêjin. Her kes dikare di xebatên me de cih bigire, beşdar bibe. Pêwîst e gel civakbûna xwe ava bike, xwe biparêze. Di heman demê de ev xweparastin e. Divê bi vê hişmendiyê tev bigere û civak jî li hemberî pirsgirêka tîrawî bûye, bi xwe çareser bike.
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan
