Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye

  • rojane
  • 09:31 17 Mijdar 2025
  • |

MÊRSÎN - Li Mersînê welatiyên ku tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bûn, ji bo aştiyê daxwaza gavavêtina komîsyonê kirin û gotin: "Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye."

 
Welatiyên ku beşdarî civîna danasînê ya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mersînê bûn, gavneavêtina dewletê rexne kirin. Welatiyên ku pêvajo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin, ji dewlet û desthilatdariyê xwestin ku tavilê gav biavêje. Yakup Ozbay, bal kişand ser pêvajoya berê û ev tişt got: “Yên ku çek danîn hatin girtin, yên ji Ewropayê hatin, hatin girtin, yên ji Xabûrê hatin, hatin girtin. Di pêvajoya Oslô û çareseriyê de jî dîsa ya mase qeliband dewlet bû. Herî dawî Tevgera Azadiyê ragihand ku komekê çekên xwe şewitandine û derbasî derveyî sînor bûne, lê dewletê hîn li hemberî an gavan tu gav neavêtiye.”
 
Ozbay diyar kir ku ew avakirina komîsyonê erênî dibîne, lê got ku komîsyon îradeyek xurt nîşan nade û got: “Komîsyonê 17-18 civîn kirin; lêbelê heta ku bi rêzdar Ocalan re hevdîtin neyê kirin, encam nade. Divê komîsyon zextê li hikumetê bike û xwe wekî îrade bibîne. Kurd her tim alîgirê aştiyê ne.”
 
'PIRSGIRÊK BI RÊBERTIYÊ TÊ ÇARESERKIRIN'
 
Îdrîs Nas jî diyar kr ku ji bo pêşketina pêvajoyê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêwîst e û got: “Tevî 18 civînên komîsyonê tu biryareke nîne. Ji ber ku bi Rêbertiya me re hevdîtin nehatiye kirin. Hevdîtina komîsyonê ya bi Rêbertiyê re baweriyê di nava gel de çêdike. Pirsgirêk bi Rêbertiyê tê çareserkirin.”
 
Hediye Tamûr anî ziman ku ew baweriyê bi pêvajoya ku salek e didome naynin û ev tiş got: “Me dixapînin. Dibêjin aştî, lê aştî nîne. Eger bi Rêbertiyê re hevdîtin çêbibûya, me bawerî pê dianî, lê hîn hevdîtin nehatiye kirin. Rexmê ku dayik aştî dixwazin, dewlet gav navêje.”
 
'BILA AŞTÎ WERE'
 
Dayika Aştiyê Emîne Erenê diyar kir ku divê komîsyon di demeke herî kurt de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “8 meh di ser banga Rêbertiya me ya aştiyê re derbas bû, lê dewlet hîn jî gav neavêtiye. Dayikan bi salan berdêlên giran dan, êdî naxwazim bêm xapandin. Bila aştî were, eger pêwîst be ez amade me bibim mertalê zindî. Cenazeyê bi hezaran zarokên dayikan jî nîne. Bila dayik êdî negirîn.”
 
MA/ Mehmet Guleş - Abdulkadîr Ayten